Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Hêzên din ên siyasî meydanê ji PDK’ê re hêlane’

Li parêzgeha Dihokê zext û girtinên li ser rojnameger û aktivîstên civaka sivîl berdewam in. Nêzî du meh in rojnameger Qehreman Şukrî ji aliyê asayîşa Dihokê ve hatiye girtin. Her wiha roja 18’ê tebaxê jî asayîşa Dihokê bi ser mala mamosta Bedel Berwarî de girtin, Bedel Berwarî, kurek yê wî û rojnameger Umêd Hacî girtin.

Têkildarî binçavkirina rojnameger û aktivîstan, rojnameger axivîn.

Rojnameger Eyhan Seîd da zanîn li herêma Behdînan bê ku guh were dayîna tu pîvanek mafên mirov û yasaya rojnamegeriyê, rojnameger û aktîvîst têne girtin û îşkence dikin û diyar kir ku rê bi tu kombûn û xweşpêşandanek li Dihokê nayê dayîn, her wiha torên civakî jî hatine sînordarkirin.

Eyhan Seîd destnîşankir desthilata bajêr destûr nade gelê Behdînanê li dijî dagirkeriya tirk nerazîbûnê xwe nîşan bide û wiha got : “Mixabin aliyên din ên siyasî li Dihokê meydan ji PDK’ê re hêla ne. Li hemberî girtin û îşkencekirina rojnameger û aktîvîstan bêdeng mane. Zêdetirî meheke rojnameger Qehreman Şukrî bêyî ku were dadgehkirin ji aliyê asayîşa Dihokê ve hatiye girtin. Hemû sendîka û aliyên peywendîdar bêdengiyê hilbijartine.”

Rojnameger Bilbil Ebdullah jî li ser heman mijarê ev tişt anî ziman: “Li Dihokê tu yasayek nîne, desthilatdarên Dihokê yasayê li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin. Tenê endam û alîgirên aliyên din ên siyasî tên girtin. Tu demê alîgirên PDK’ê nayên girtin. Li Dihokê girtin û gefên li ser aktîvîst û rojnamegeran roj bi roj zêdetir dibin. Li Behdînanê azadiya fikir û ramanê di rewşek xirab de ye.

Mixabin rojane di encama bombebaranên balefirên tirk de li Dihokê welatiyên sivîl şehîd dibin. Li bajarên din ên Herêma Kurdistanê nerazîbûn li dijî kuştina van welatiyan tê nîşandan. Lê li Dihokê bi xwe asayîş destûr nade welatî li dijî dagirkeriya tirk nerazîbûn nîşan bidin. Ev jî di demek de ye ku diviyabû xelkê Dihokê li pêşiya hemû bajarên din li dijî êrişên Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan daba.” DIHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar