Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku endamê wan Salih Etallah li kantona Dêrazorê di encameke êrîşa çekdarî de şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî şehadeta endamê xwe Salih Etallah daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4’ê Nîsanê dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî li Dêrazorê di encama êrîşa çekdarên nenas de şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin “Şehîd Salih ji dema tevlê nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye ve bi dilsozî û dilpakî erka xwe li hemberî welatê xwe bi cih dianî. Endamekî çalak bû, heta kêliya dawîn a şehadeta xwe bi îradeyeke xurt dixebitî.”

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Salih Etallah re hat xwestin û soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Salih Etallah

Navê Dayikê: Feyda

Navê Bav: Ewad

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Bisêra 4/3/2019

Cih û Dîroka Şehadetê: Ebrîha 4/4/2024

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar