Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundekê Eyn Îsayê malbeteke ku ji 4 endaman pêk dihat û di nava êrîşan de asê mabû, rizgar kir. Hêzên ewlekariyê malbat li herêmên bi ewle bi cih kir
Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê ji serê sibehê ve li dijî gundên Eyn Îsayê û rêya navneteweyî ya M4’ê êrîşên giran pêk tînin. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersivên tund didin.
Li gorî agahiyên ji Eyn Îsayê, di encama êrîşên hêzên dagirker de gelek welatiyên herêmê ji gundên xwe koçberî navenda Eyn Îsayê bûn. Her wiha çavkaniyan da zanîn ku endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn malbateke ku ji 2 hevjînan û zarokên wan ên cêwî pêk dihat û di nava êrîşan de asê mabûn, xelas kir.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn alîkariya malbatê kir û malbat li herêmeke bi ewle bi cih kir. EYN ÎSA