Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Hêzên gerîla bi çalakiyan 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê bi çalakiyan pêşwazî dikin. Di çalakiyên gerîla de 4 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û dehfikek wêneyan hatin îmhakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hat gotin ku:”Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi çalakiyan pêşwazî dikin. Artêşa Tirk a dagirker ji bo derbên giran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xwariye binixumîne û raya giştî bixapîne, îdîa dike ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 windahiyên me hene û derewan dike. Tiştek bi hevrêyên me nehatiye û hemû li ser erk û wezîfeya xwe ne.”

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî da:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

10’ê tebaxê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hat cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

10’ê tebaxê saet di 12:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

10’ê tebaxê ji saet 20:20 heta 24:00 çar caran dest li helîkopteran hate werdan ku hewl dida dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bikin.

11’ê tebaxê saet di 01:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Xakurkê;

4’ê tebaxê saet di 18:18’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş, bi çekên giran li çeperên dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê lidar xist, 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

Li herêma Geverê;

6’ê tebaxê saet di 18:00 de hêzên me yên li herêma Geverê bi dehfikeke wêneyan a artêşa Tirk a dagirker hesiyan û îmha kirin. Piştî vê çalakiyê artêşa tirk a dagirker li derdora gundê Memkava yê Geverê dest bi operasyonê kir. Operasyona ku du rojan dewam kir, bêencam ma.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

10’ê tebaxê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 5 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 5 caran, li Garê Girê Zengilê û Gundê Zêvkê 2 caran bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10’ê tebaxê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 12 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar