Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Hêzên gerîla li Heftanînê ji 2 baskan ve li dagirkeran dan

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Heftanînê ji 2 baskan ve li artêşa tirk a dagirker dan. Di vê çalakiyê de çeperek û kamelyayeke dagirkeran hatin îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan de daxuyanî da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

23’ê tebaxê saet di 18:00 de li qada Pîrbilayê, hêzên me bi çekên giran ji 2 baskan ve li dagirkerên li ser Girê Şehîd Silav dan. Baskê destpêkê yê çalakiya gerîla ya koordîneyî li kamelya û çepereke dagirkeran da. Di encamê de kamelya û çeper hatin îmhakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li yekîneyeke dagirkeran da ku li ber rê bûn. Hejmara dagirkerên ku di çalakiyê de hatin cezakirin nehate zelalkirin.

Li herêma Avaşînê li qadên berxwedanê yên Girê Sor û Werxelê;

25’ê tebaxê saet di navbera 10:00-11:00 de artêşa tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada Girê Sor barand.

25’ê tebaxê saet di navbera 18:00-22:45’an de piştî ku qada berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan û gazên bi jehr hat bombekirin, dagirkeran xwestin bi pêş ve biçin lê belê bi destwerdana berxwedêrên Werxelê xwe vekişandin.

26’ê tebaxê saet di navbera 07:50-08:15’an de li ser qada berxwedanê ya Werxelê gelekî drone geriyan. Di encama destwerdana berxwedêran de drone neçar man ji qadê biçin. Heman rojê ji saet 08:30’î û pê ve qada berxwedanê bi gazên jehr hat bombekirin.

25’ê tebaxê saet di navbera 14:30-15:00 de qada Kûnîşka ya herêma Zapê bi balafirên şer hat bombekirin.

25’ê tebaxê saet di navbera 23:50-00:40’î de li herêma Xinêrê derdora Şehîdgeha Şehîd Şerîf a li qada Kendekolê bi balafirên şer hat bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar