Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hêzên gerîla li Îdirê li artêşa tirk xist: 3 leşker hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên YJA Starê li Îdirê çalakiyên sûîqestê pêk anîn û di çalakiyê de 3 leşkerên tirk hatine kuştin. HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Îdirê li dijî konvoyeke leşkerî jî çalakî pêk anîne û panzêrek tevî leşkerên tê de hatiye îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiya hêzên wan ên li Îdirê li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker pêk anîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê da zanîn ku hêzên wan ên YJA Starê di 18’ê kanûnê saet di 09.30’an de di çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê de li qada Kirê Kor a Îdirê li dijî leşkerên li qereqola Korxanê çalakiyên sûîqestê kirin. HPG’ê da zanîn ku di encama çalakiyan de 3 leşker hatine kuştin.

Di berdewamê de jî HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya heman pêngava şoreşgerî  de di 16’ê kanûnê  de jî li navçeya Başan a Îdirê li dijî konvoyeke wesayîtên zirxî ya artêşa tirk ku ber bi qereqola Aydinlarê ve diçû çalakiya sabotajê pêk anîn. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyê de panzêreke di konvoyê de hate rûxandin û leşkerên tê de hatine kuştin. HPG’ê bi domdarî ev agahî dan: “Hejmara leşkerên di wesayîtê de nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker ku piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî ji herêmê rakir, li qadê dest bi operasyonê kir. Operasyon di 18’ê kanûnê de bêencam ma û hêzên operasyonê ji herêmê vekişiyan. Yekîneyên me yên çalakî pêk anîn bi serkeftî li baregehên xwe vegeriyan.”

Heftanîn hat bombebarankirin

Daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Di 16’ê kanûnê bi şev balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Dola Şivemêzê ya Herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên me nebû.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar