Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hêzên HSD’ê 3 şervanên xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar kir

Hêzên HSD’ê duh bi şev bi operasyoneke taybet li herêma Baxozê 3 şervanên xwe ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li gundê Baxozê ji aliyekî ve sivîlan û çeteyên teslîmbûyî ji herêmê derdixînin û operasyonên xwe didomînin, li aliyê din jî bi operasyonên taybet şervanên xwe yên beriya niha dîl hatibûn girtin, rizgar dikin. Duh bi şev jî bi operasyoneke taybet 3 şervanên HSD’ê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Şervanê HSD’ê Ehmed Husên û 2 hevalên wî yên hatin rizgarkirin ji ANF’ê re axivîn û qala rewşa xwe kirin. Ehmed Husên diyar kir ku DAIŞ’ê ew xistibûn hundirê makîneyekê û hêzên HSD’ê yên bi vê zanîbûn di dema operasyonê de bi baldarî tevdigeriyan û nehiştin ku zerar bigihêje wan.

Ji rewşa her sê şervanên HSD’ê dihate dîtin ku gelekî tî û birçî hatine hiştin. Husên got ku hêviya wan tu carî qut nebû ku hevalên wan werin wan rizgar bikin. Husên bi dewamî wiha got: “Bi rastî jî êdî kêliyên dawî bû. Ji ber ku sê kes li cem me ji tî û birçîbûna mirin. Di dawiya dawiya dawî de hevalên me xwe gihandin me.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyonên xwe de ji bo şervanên xwe û sivîlan bi baldarî tevdigerin. Di nava sê rojên dawî de zêdeyî 6 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên teslîm bûn û malbatên wan ji herêmê hatine derxistin. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar