Navenda Nûçeyan |
Li gorî nûçeya Kolbernews, duh li rojhilatê Kurdistanê li ser rêya Sine-Merîwan wesayîtek barhilgir ku mirîşk têde bûn, qelibî. Piştî ku welatî li cihê bûyerê kombûn, hêzên rejima Îranê gule li welatiyan barandin.
Hat gotin di encama gulebaranê de fîşekek bi singa ciwanê kurd Aras Qadir (15) yê ji gundê Pîçûne ket û jiyana xwe ji dest da. Her wiha jinek ciwan jî birîndar bû.
Hat diyarkirin ku cenazeyê Aras Qadir li Tiba Edlî ya Merîwanê ye û heta niha radestî malbata wî nehatiye kirin.