Li herêma sînor a Nokan a Serdeştê şeva borî kolberekî xelkê Rebet a ser bi Serdeştê yê bi navê Hisên Mihemedî di êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Hisên Mihemedî 50 salî ye û bavê 2 zarokan e. Li gorî daneyên Kolbernews’ê di sala 2022’yan de 43 kolber hatibûn kuştin û 215 kolber jî birîndar bibûn.