Navenda Nûçeyan |
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên gerîla, hêzên Iraq û PDK’ê yên ketin nava liv û tevgerê êrîşî kampên gerîla kirin.
Hêzên HPG/YJA Starê jî ji bo zêdetir hêz bi pêş ve neyên guleyên hişyariyê teqandine.
Sewqiyata PDK’ê
Ji aliyê din ve PDK’ê îro saet 04:00’an ber li Amêdiyê û Metînayê ber bi qadên gerîla ve sewqiyateke leşkerî ya zêde pêk anî.
Di nava konvoya PDK’ê de wesayîtên zirxî, ambûlans, kepçe û gelek wesayîtên taybet ji bo bejahiyên zehmet jî hene.
HPG’ê li ser sewqiyata leşkerî hişyarî da
Berdevka Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê jî têkildarî sewqiyatên ber bi qadên gerîla ve daxuyaniyek da û wiha got: “Ev hêzê dixwazin bikevin qadên hêzên me yên li Metîna. Em li dijî dewleta tirk a dixwaze Kurdistanê dagir bike li ber xwe didin. Em bang li van hêzan dikin ku ji pişt ve hêzên me xençer nekin. Xwîna xwişk-bira nerêjin. Ji bo vê bang li hemû gelê xwe û hêzan dikin.”