Li gorî agahiyan, konvoyeke leşkerî ya ku ji 120 seyareyên leşkerî yên hêzên koalîsyona navneteweyî pêk dihat îro di danê sibehê de ji baregeha leşkerî ya Sirînê vekişiya
Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya Li Dijî DAIŞ’ê di danê sibeha îro de bi karwaneke ku ji 120 seyareyên leşkerî ku alavên lojîstîkê, teqemenî û panzêr lê hatibûn barkirin, ji baregeha xwe ya li Sirîn a Kobanê derket. Piştî koalîsyon ji baregehê derketin, dengê teqînên mezin hatin. Hat ragihandin ku balafirên koalîsyonê bombebaran pêk anîne û teqemeniyên di hundirê baregehê de teqandine.
Karwan ji baregehê ber bi rêya M4’ê ve çû lê nehat zanîn bê ka dê bi kuve biçe. Nehat zanîn bê ka hêzên koalîsyonê temamî ji baregehê vekişiya yan na. Hêjayî bibîrxistinê ye ku baregeha Sirînê mezintirîn baregeha leşkerî ya koalîsyonê ya li Sûriyeyê ye. Li baregehê balafirên mezin, panzêr û firoke jî hebûn. KOBANÊ