Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû; di niexandinên xwe de taybet li ser Komploya Navneteweyî û hevdîtinên navbera Rûsya-Tirkiye-Îran-Sûriyeyê nirxand.
Em di salvegera komploya navneteweyî de ne. Vê komploya bêbext a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, hûn çawa dikarin binirxînin?
Destpêkê di 24’emîn salvegera komploya navneteweyî de, komploya navneteweyî, hemû hêzên beşdar bûne bi tundî şermezar dikim. Ew fedaiyên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ di şexsê hevrê Xalit Oral û Rojbîn Ereb de bi bîr tînim. Bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînin û soz û peymana me dane wan ez careke din dubare dikim. Wan bi sekna xwe, divê mirov li hemberî komploya navneteweyî çawa raweste raber kirin. Hîn di destpêka komployê de canê xwe kirin goga ji agir û wisa xwest li hemberî komployê rawestin. Bi îradeyeke mezin li Serokatî xwedî derkevin, weke şagirtên Rêber Apo çalakiyên fedaî li Kurdistanê hatin kirin. Li zindanan, li çiyê û li kolanan, bajaran ne tenê aliyê kadroyan, ji aliyê welatparêzan ve jî heman çalakî hatin kirin. Reflekseke neteweyî ya tund li hemberî komploya navneteweyî hate raberkirin. Bêguman komplo di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê me, hebûna gelê me, paşeroja gelê me, azadiya gelê me êrîşek bû. Êrîşa weke rêvekirina siyaseta qirkirinê bû. Ji bo wê jî gelê me li her deverê, di serî de li Rojhilatê Kurdistanê bi şêwazekî qehremanî, vaye niha jî li kolanan e, wê demê hemû daketin qadan, bi cesareteke mezin li Rêber Apo xwedî derketin. Li tevahiya Kurdistanê bi pêş ket, li Ewropayê bi pêş ket. Wê demê yê ku ev komplo îmze kir, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bi xwe aşkere kir ku ‘me ewqas hêvî nedikir’. Yanî bi rastî gelê me bi girseyî li hemberî komployê derket, li Rêber Apo xwedî derket. Ji ber ku gelê me ev êrîş di şexsê Serokatî de li ser xwe dît. Ji xwe êrîşeke wisa bû. Di van şert û mercên zor û zehmet de Rêber Apo di îşkencexaneya Îmraliyê de bi şêwazekî dahiyane vekirin çêkir, bi îradeyeke mezin sekinî. Ew rojên herî giran, herî mezin pêşwazî kir. Em hemû teng bûn, em pir teng bûn. Me dixwest ku em tenê çalakî bikin, lê belê Rêber Apo got, ‘Na, çare tenê ne ew e. Ew jî rêbazeke lê ne tenê ew e. Divê mirov komployê têk bibe’. Û bi siyaseta ku li Îmraliyê bi rêxistin kir komplo vala derxist. Piştî wê careke din Rêber Apo bi paradîgmaya li ser hîmê şoreşa jinan ya demokratîk ekolojîk vekirineke nû çêkir. Dijminan dixwestin ku xeta Rêber Apo ji holê rakin, bi temamî tasfiye bikin. Ji bo wê ev komplo pêk anîn, lê belê bi van derketinên Rêber Apo û bi sekna fedaiyan û bi rastî bi fedakariya gelê me, jinann kurd, ciwanên kurd, hemû welatparêzên kurd 24 sal in li ber xwe didin, li derveyî welat, li hundir welat li hemberî komployê bi îradeyeke mezin, gelê kurd, siyaseta kurd, bi milîtanên xwe, bi her kesên xwe li hemberî komployê ketin qonaxa berxwedanê. Bi vî rengî berovajî armanca dijmin, Tevgera Apogerî mezin bû. Berê tenê li bakurê Kurdistanê bû, lê li çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Piştî wê bi pêşxistina paradîgmaya nû, bi pêşxistina li hember Kapîtalîst Modernîte formûlasyon û xeta Demokratîk Modernîte, Rêber Apo êdî ne weke Serokê tenê Kurdistanê, Serokê Gelan, Serokê Modernîteya Demokratîk bi pêş ket. Îro xeta Rêber Apo li gorî 24 sal beriya niha pir zêde xurt e. Dibe ku 5-6 qatî zêdetir xurt e. Di asta cîhanê de xwedî giranî ye, xwedî çarçove ye. Li hemberî xitimandiya li ser rûyê erdê di asta navneteweyî de çareserî bi paradîgmaya demokratîk modernîte, Rêber Apo pêşkêşî hemû raya giştî kir. Bêguman vana komplo pûç kir. Ev berxwedan, ruhê fedaî, çalakiyên fedaî, derketina Rêber Apo wisa dahiyane û sekna heta niha li hemberî îşkenceya psîkolojîk bi îradeyeke mezin. Bi heman şêwazî beşdariya gel, bi taybetî bi pêşxistina xeta jinan, îradebûna jin a kurd, mezinbûna tevgera azadiyê ya jinan, bandora vê li herêmê û cîhanê, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’, wisa kete rojevê. Bi vî rengî kompo vala hate derxistin. Lê belê komplo bi dawî nebû. Yanî komplo hîn niha jî heye. Lê li hemberî komployê bertekeke mezin heye, sekneke girseyî heye, siyaseteke têkoşînê heye. Komplo vala derket, çima? Vaye niha milîtanên Apoyî bi şiklekî ji cîhanê re bibe mînak îro li Zap, Avaşîn, Metîna li ber xwe didin. Siyaseta Kurd li hemberî her zilmê li ber xwe dide. Sekna Rêber Apo bi xwe li Îmraliyê bi şiklekî bêhempa sekneke berxwedanê û pir bi wate ye. Gelê me giştî wisa ye. Vana raber dikin ku komployê encam negirtiye. Lê belê komplo hîn dewam dike.
Gelê me êdî ji komplogeran bi van çalakiyên xwe pirsan dike. Li benda daxuyaniyane. Ji ber ku li hin deveran di nava 24 salan de gelê me û hêzên komploger ketiye heman sengerê. Tiştên wisa qewimîn. Ji bo wê niha gelê me, raya giştî, ji van komplogeran daxuyaniyê hêvî dike. Çima ev komplo çêkirin? Em dixwazin niha fêhm bikin, gelê Kurd çi bi we kir? We çima bi vî rengî êrîşî vî gelî kir? Sedem çi ye? Vê mijarê îzah bikin. Muheqeq sedemeke xwe li gorî xwe dibîne heye. Em zanin çi ye. Lê lazime ew jî aşkere bikin. Ev yek.
Ya duyem; çima heta roja îro ev xeta komplo dewam dike? Eger ku yek bibêje na ne weke berê ye. Na dewam e. Vaya nîşaneya xwe, ewqasî dorpêç heye li ser tevgera me. Ev lîsteya terorê heye. Nîşaneya xwe ya herî berçav sekna CPT. CPT saziyeke navneteweyî ye ya Konseya Ewropayê ye, ya pêşîgirtina li îşkenceyê ye. Lê belê der heqê Îmraliyê sekna CPT cihê nîqaşê ye. Gelo bi rastî bi rola pêşîgirtina li îşkenceyê radibe yan jî bi rola pêşîvekirina li îşkenceyê radibe. Ev mijareke nîqaşê ye. Daxuyaniyên xwe bi guman in. Îradebûna gelê Kurd nade ber çav. Derewan dike. Ev CPT bi xwe wisa nake. CPT xetekê temsîl dike. Xuya ye di pêşxistina vê komployê de ew jî weke saziyekê erkdar e. Weke tetbîqa li Îmraliyê, îşkenceya psîkolojîk weke normalîze bike, asayî nîşan bide, li demê belav bike; bi roleke bi vî rengî tevdigere. Dibe ku bibêje rola xwe ne wisa ye, lê belê di pratîkê de bi vê rolê radibe. Ka bila yek were ji me re îzah bike. Ev tê çi wateyê? Niha gelê me li bendê ye ku ev hêzên serkêşî ji komployê re kirin Amerîka, Brîtanya, Almanya, Îsraîl vana yên tê de rol li pêş lîstine, wekî din jî gelek hêz hebûn, ji van hêzan daxuyaniyê hêvî dike. Îzah bikin yanî çi ye, çima wisa kirin û çima dewam dike? Di tarîtiya Rojhilata Navîn de, di nava dogmatîzma lê heye de tevgereke weke DAIŞ’ê derkete holê. Ev tevger ji bo tevahiya cîhanê bû xetere. Rêbazek bi kar anî ku kes nekarî li ber bisekine, ne dewleta Sûriyeyê, ne Iraq kes nekarî li ber bisekine. Çawa hate sekinandin, destpêkê kê sekinand? Rêber Apo sekinand. Rêber Apo berê ji bo Şengalê perspektîf da, dûre di serdema Kobanê de seferberî îlan kir û wisa leşkerên Rêber Apo bi fedaiyane ketin dewrê. Çawa ku wê demê aşkere gotin ku em mudaxeleyî Şengalê dikin, wisa mudaxeleyî Mexmûrê kirin, pêşî girtin ku neyên Hewlêrê, dest li Kerkûkê werdan, ji bo alîkariya pêşmerge bike. Dûre jî muxadeleyî Kobanê kirin, ji bo alîkariya YPG û YPJ’ê bikin. Di vir de rola xwe zêde bû. Niha salvegera rizgarkirina Kobanê çend roj berê bû. Bi vê wesîleyê tevahiya berxwedêrên rizgarkirina Kobanê hemûyan, qehremanan bi bîr tînim. Em zanin ew berxwedan çawa meşiya. Hinek şîroveger, çapemeniya azad şîroveya bi rengê ‘Her kesî berê xwe da Kobanê, reviyan Kobanê’ weke ku her kesî hinekî şer kiriye, rizgar bûye nîşan dan. Heqîqet hinekî cuda bû. Xwestin Kobanê bikin qesebxane, wisa bi temamî têk bibin. Di saeteke wisa de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry got, tiştekî em ji bo Kobanê bikin êdî nema, nîne. Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan jî hat Entabê û axivî. Got ‘Vaye Kobanê ket û dikeve’. Lê belê wê çaxê îradeyekê got, ‘Na, nakeve’. Ew îrade kî bû? Îradeya Apoyî bû. Û dest lê hate werdan. Di demeke ku kesekî berê xwe nikarîbû bide pê. Di wan şertan de mudaxele hate kirin û wisa berxwedana YPG’ê hate geşkirin û îradeyek hate nîşandan. Ev rastî ye. Yê ku DAIŞ têk bir niha li Îmraliyê di bin siyaseta tecrîdê ya mutleq û îşkenceya psîkolojîk de ye. Rastî bi vî rengî ye. Yê ku ev fikir û felsefe ava kir û seferberî ragihand niha di bin îşkenceyê de ye. Mirovatî hemû ji belayekî mezin xilas kir. Li Rojhilata Navîn bi pêşxistina azadiya jinan, pêşxistina civaka demokratîk ronahiyeke. Li hemberî vê ronahiyê van hêzan çima êrîş kirin? Em dixwazin ku ew aşkere bikin. Çima dixwazin ronahiyê tarî bikin? Eger ku bi rastî dixwazin ji bo gelê kurd dostaniyê bikin, çareserî çêbibe û gelê kurd li ser vê axê, li ser axa bav û kalan weke hemû gelên herêmê azad bijî, eger ku ev hêzên gerdûnî vê dixwazin, yên komplo meşandî, divê tu rêxistinên kurd ku ji bo azadiyê têdikoşe nexin lîsteya terorê. Ev lîste xelete. Niha dewleta tirk ya faşîst a AKP-MHP’ê vê lîsteyê ji xwe re kiriye hacetek û her kesên kurd ên ji bo azadiyê têdikoşe teror dihesibîne. Û êrîşî wan dike, terora dewletê li her derê dimeşîn. Li ser başûrê Kurdistanê dimeşîne, li ser Şengalê dimeşîne, li ser rojavayê Kurdistanê dimeşîne, ji ev 40 sal in li bakurê Kurdistanê tiştek nema ku nekir, her tişt kir li dijî gelê kurd. Yanî terora dewletê dimeşîne, bi çi? Bi hinceta ku Yekîtiya Ewropa, Amerîka PKK xistine lîsteyê. Dibêje ‘Di lîsteya wan de ye, ez jî çi bikim rewa ye’. Pala xwe dide wê. Wana destek jî dike. Ev desteke. Em zanin desteke, eger ne destek be wê çawa ewqasî êrîş bike bi droneyan, her roj li xelkê dixe. Mesela beriya niha bi çendekê li Dêrikê, Rojavayê Kurdistanê li kolanê xist, di hundirê dikanê de însanek şehîd kir. Zarokek şehîd kir. Ev ji ku cesaretê digire. Berpirsyarê vê ew hêz in. Ji bo wê ev hêz divê vê siyaseta xwe biguherînin. Bes e êdî. Komployê êdî bi dawî bikin. Siyaseta komployê li hemberî gelê kurd êrîşeke, heqareteke, tê de hiqûq, edalet nîne, mafê mirovan nîne. Divê vê rakin. Hêviya gelê me niha ev e. Eger ku ev rabe wê çi bibe? Wê hingî çareserî çêbibe.
Niha hinek caran ji me re hinek peyaman dişînin. Dibêjin, ‘Em dixwazin aştî bibe, hûn divê daxuyaniyê bidin bibêjin em aştiyê dixwazin, em parastinê dikin’. Ji xwe em parastina xwe dikin. Ji xwe me aştî dixwest. Ma ne Rêber Apo digot, ji min re mecal vekin di hefteyekê de ez ê çareser bikim. Wisa negot? Got. Em dixwazin çareserî pêk were. Ev dijminê xwînxwar dixwaze hemû tişt xwîn birijîne, terorê bike û biçe encamê. Yanî dixwaze gelê kurd qir bike û bi vî rengî encamê bi dest bixîne. Armanca wî ev e. Em li hemberî qirkirinê li ber xwe didin. Ji bo azadî û hebûnê li hemberî siyaseta qirkirinê ya AKP-MHP’ê li ber xwe didin. Ev rastiyeke. Berxwedana me ji bo vê ye. Ne ku em çûne me êrîşî wan kirine. Em li hemberî êrîşên wan bersivê didin û em ê bidin jî. Ev mafê me yê gerdûnî ye. Bêguman em aştiyê dixwazin, lê belê di demeke welê de ku ew êrîş dikin, em tu carî li hemberî wan paşve gavê neavêjin. Bersivên pêwîst em ê bidin bi ruhê Sarayan û Rûkenan. Bi ruhê fedaiyane em ê bersivan bidin. Ji vê yekê divê kes nekeve şupheyê. Em êdî gelek in û em îradeyeke. Siyaseta qirkirinê, tunekirinê êdî li vir nameşe. Ha ku yek israr bike, ev şer wê bi dehan salan biajo. Çend nokeran bi kêleka xwe bixin û bibêjin em ê bi ser bikevin, xwe dixapînin. Gelê Kurd biryara xwe daye, di şexsê van fedaiyan de diyar e. Aşkere ye. Eger ku ew dewletên komplo meşandin di siyaseta xwe de guhertinê çêbikin, ji xwe wê demê ev dewlet jî neçar bimîne bê çareseriyê. Eger ku di xwesteka aştiyê de kî samîmî ye, lazim e berê vê lîsteyê ji holê rake. Lazim e berê ev siyaseta niha li ser Îmraliyê ji holê rabe. Divê Îmrali ji holê rabe. Ji ber ku Îmrali li ser hîmê siyaseta qirkirinê hatiye avakirin. Divê ew ji holê rabe, azadî çêbibe. Li ser hîmê azadiya Rêber Apo kare ev pirsgirêk çareser bibe û bi temamî aştiyek li Kurdistanê û herêma Rojhilata Navîn wisa bi pêş bikeve. Ji bo wê eger ku niha şer diqewime, ji encama siyaseta van dewletên komplo meşandine. Ew di siyaseta dewleta Tirkiyeyê de ne û dewleta Tirkiyeyê jî ji ber wê tevî ku bi ser nakeve û windahiyan dide, tevî her cûre çekan bi kar tîne dîsa jî bêencam dimîne, lê ji ya xwe jî dest bernade. Ji ber ku li pişt wan ev hêzên navneteweyî hene.
Li hemberî komployê gelek şehîd hatin dayin. Weke ku we jî got ‘şehîdên hûn nikarin roja me tarî bikin’. Yek ji wan şehîdan jî Viyan Soran e. Di şexsê Viyan Soran de ya dihate redkirin çi bû û girîngiya çalakiya Viyan Soran çi bû?
Destpêkê hevala Viyan Soran û di heman demê de heval Veysî Taş, Mehmet Akar bi hurmet, bi rêzdarî bi bîr tînim. Li hemberî bîranîna wan serê xwe ditewînim. Wan bi ruhekî fedaiyane agir berdan canê xwe, wisa xwestin hişyariyê bikin, komploya navneteweyî ya li ser Serokatî şermezar bikin. Hevala Viyan hevaleke me ya rêveberiyê bû. Me bi hev re erka Konseya Rêveberiya KCK’ê pêk anî. Hevaleke ciwan bû, wexta ku erka konseyê dimeşand 23 salî bû, heta 22 salî bû wê çaxê. Weke temsîla ciwanan hatibû hilbijartin. Weke keçeke ji başûrê Kurdistanê ji eşîra Caf, weke şopdara Leyla Qasim, ji xwe navê xwe Leyla Walî Hisên e. Xuya ye di nava malbatê de jî ew nav lê kirine. Hevaleke wisa ne ji rêzê bû. Hevaleke bi rastî cewherek bû. Pir zekî û pir bawermend û netirs di nîqaşan de, di her tiştî de netirs, ne tenê di şer de. Cesaret pê re hebû, îradebûn pê re hebû, fikir û ramanê Rêber Apo nas kiribû, pir xwendibû. Roj û şev li ser mijûl bû, ji bo wê îradeyek bi dest xistibû. Dema ku mirov lê dinihêrî moral jê werdigirt. Hevaleke wisa ciwan, keçeke kurd bi vî rengî bi beşdariya xwe moral dida mirovan. Di wê dema tasfiyekirinê de Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê çêbû, ji 12 kesan pêk dihat. Ev heval jî bû yek ji wan. Ji xwe ew jî destnîşan dike ku xwedî sekneke cihê baweriyê bû lewma hate hilbijartin ji bo bibe Endama Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê. Ew erk bi kedeke pir mezin pêk anî. Kongreya Avakirina PKK’ê çêbû, di çêkirina kongreyê de jî bi xwe pir ked da. Di amadekirina bername, plana çêkirina kongreyê, heta salonê pir kedek da û piştî wê jî xwest illeh biçe nava hêzên leşkerî. Pir israr dikir. Ne dixwest bibe rêveberî. Tim meraqê xwe li ser rêveberiyê tune bû. Xuya dibe di serî de hedef kiribû ku bibe fedaî, çalakiyên fedaî bike. Hevaleke wisa nimûne bû, pir taybetmendiyên xwe yên mînak hebûn. Li Heftanînê dema Endama Konseya YJA Starê karê leşkerî dikir, wê dixwest biçe bakur. Xuya ye plan kiribû biçe çalakiyê bike. Lê belê weke niha wê demê li ser Rêber Apo tecrîdek hebû, bêdengî hebû. Mesela niha tecrîd heye, lê hewldan jî heye. Wê demê hinekî bêdengî hebû. Weke kesek ji rêveberiyê li hemberî vê bêdengiyê xwest bibe dengek, xwe bişewitîne bibe bang, ji bo me ji bo rêveberiyê bibe talîmat. Ji bo her kesî bibe bangek. Ew çalakî kir. Agir berda xwe, bi şevê tu hevalan nizanîbû. Ji xwe nivîsandineke dirêj mîna manîfestoyekê li pey xwe hiştibû. Bawerim her kesî ew xwendiye. Weke mînakekê bû, cihê xwe hebû. Her çiqas me rêbaz di cih de nedît, milîtanek wisa hêja pir cihê xemgîniyê bû, ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêber Apo bi vî rengî, li serê çiyê cihekî weke Heftanîn li geliyê Pisaxa agir berde canê xwe û fermandarê wir e, bi me zor bû bi rastî me nikarîbû rakira. Lê belê cihekî xwe hebû, ji ber ku bû mîna peyamekê. Weke şewqek vêxist ji bo her kesî şiyar bibe. Çawa divê mirov xwedî li Rêber Apo derkeve, çawa bibe milîtanek Rêber Apo, çawa bibe fedaî, lewma bû peyamek. Lê belê wê demê jî me rêbaz di cih de nedît. Yanî rêbaza hate meşandin. Lê belê peyama hate dayîn ji bo me pir watedar bû, cihê erênî bû, di dema xwe de gavek bû, nûbûnek bû. Lê belê me wê demê jî ji aliyê rêbaz ve maqûl nedît.
Vê dema dawî jî çalakiyên bi vî rengî hatin kirin. Veysî Taş, Mehmet Akar jî çalakiyên bi vî rengî kirin. Di vê demê de çalakiyên bi vî rengî çiqasî cihê xwe dibîne yan jî nabîne? Hûn bi giştî van çawa dibînin?
Beriya her tiştî divê mirov vê bibêje; çalakiyên van hevalan jî divê mirov ji gelek aliyan ve şîrove bike û jê wateyê derxîne. Hevalê Bûbo yanî Veysî Taş mirovekî 65 salî, 45 salan weke dilxwaz, welatparêz tevdigere, ketiye zindanê, derketiye careke din ketiye derketiye. Ji axa xwe dest bernedaye. Carna heval dibêjin, ‘Yekî ava PKK’ê vexwarî careke din jê qut nabe’, yanî wî jî ava îdeolojiya PKK’ê, ya Rêber Apo vexwaribû. Hevalê Xeyrî Dûrmûş li zindanê nas kiribû. Qut nedibû, xwedî mal bû, malbat bû. Lê belê ji têkoşînê qut nedibû. Herî dawî dîmenek li gorî derfetên xwe çêkiribû. Weke hevala Viyan xuya ye wî jî nedixwest kes bibihîze, bi xwe tenê amade kir û li şûna xwe hişt. Bi rastî ew hevokên anî ziman pir bi wate bûn. Pir pir bi wate bû, çalakiya wisa kir. Kesekî wisa bi vî rengî xwe feda dike. Dibêje ‘ez şermezar dikim, ji bo protesto bikim vê çalakiyê dikim’. Bêguman bangawaziyê dike ji bo her kesî. Her wiha Mehmet Akar, ê wî jî hîn zêde balkêş e. Ciwanekî Kurd e, demekê ji mal winda dibe. Dewlet yekser malbatê tîne datîne pêşiya HDP’ê, dixe nava wan. Piştre derkete holê û got ‘na, ez li vir im’. Yanî xuya ye polîtîkaya dewletê, şerê taybet li ser heye. Malbat hinekî xistin wê lîstikê. Tevî ku li ser wê polîtîkayê gelekî radiwesetin, dizewicînin, lê belê nikarin ruhê wî, dilê wî zept bikin. Di dilê wî de, di hundirê wî de fedaîbûn hîn geş dibe. Hîn xurt dibe. Wisa li nava ewqasî êrîşên şerê psîkolojîk de li gel xwe ruhê fedaî geş kiriye. Kurdîtî xurtir kiriye. Mînak nivîsandina xwe bi kurdî dike. Ev pir tiştekî bi wate ye. Ez vê jî bibêjim; hevalê Mehmet, birayê wî jî hevalê Çiya Sîpan, hevalekî fedaî bû, endamê Hêzên Taybet bû. Mirovekî welê bû ku her tim amade bû xwe feda bike. Hevalekî wisa bû di sala 2016’an de li Qendîlê bi êrîşeke dewleta tirk ya bi balafirê şehîd ket. Di dema bicihanîna erkên girîng de şehîd ket. Hevalekî pir hêja bû. Xuya ye hevalê Mehmet Akar jî weke wî ye. Weke birayê xwe ye, weke hevalê Çiya ye. Di bin şert û mercên ewqasî giran û êrîşan de wî li gel xwe ruhê fedaîbûnê xurt kiriye û çûye li cihê hevala Zekiye Alkan çalakiya xwe ya Newrozê kir, li wir agir berdide xwe û dibêje ez hêvî dikim ku ronahiya ji agirê min bibe wesîleya azadiya Serokatî. Tiştên pir bi wate û kurt dibêje. Ev ji bo hemû ciwanên Amedê, ciwanên Kurdistanê peyameke pir girîng e. Ev hevalna hem Veysî Taş hem Mehmet Akar tiştê kirin fedaiyane. Mirov li hemberî vê dikarin hurmetê nîşan bide. Pir bi wate ye. Wan bi vê fedaîbûna xwe bûn endamên Tabûra Nemiran. Wisa bûn. Bi çalakiya xwe wisa bûn. Ji ber ku dilxwazin, welatparêzin lê belê bi çalakiya xwe bûn endamê tabûrê. Sekneke pir bi wate ye, divê mirov wateyê jê derxîne. Weke min got, bi taybetî ciwanên kurd, jinên kurd jê wateyê derxînin. Gelê Kurd, welatparêz jê wateyê derxînin. Wekî din, yên ku komplo meşandin divê bibînin; di şexsê Veysî Taş û Mehmet Akar de mirovên kurd dibêjin êdî bes e, hatiye qirika wan. Bawer bike, eger ku hevserokatiya me ya konseya KCK’ê di heman rojê de daxuyanî neda, belkî heta niha bi dehan kesî bi heman şêwazî çalakî bikira. Baş bû hevserokatiyê hema got, em vê qebûl nakin, berê Rêber Apo jî rêbaza xwe şewitandinê erê nekiriye, em jî erê nakin, divê kes wisa neke. Di vê demê de divê ne ku agir berde xwe, agir berde dijmin. Yanî divê mirov têkoşînê bike. Wisa got, pêşî lê hate girtin. Hemû dewletên komployê divê vê bidin ber çavan. Hemû kes, dewleta Tirkiyeyê bi xwe. Yê aqlî selîm. Ne yê niha faşîst, dîn bûye niha aqlê xwe winda kiriye dibêje em kurd bikujin, em ê hilbijartinê jî qezenç bikin. Ew dixwazin bi kuştina kurdan di hilbijartinê de bi ser bikevin. Lê belê bersiva herî mezin Mehmet Akar da, ku Tayyîp Erdogan herî zêde li ser wan malbatan disekine. Ciwanên kurd wê wisa bersivê bidin we. Divê her kes jê dersê derxîne. Dijmin jî. Ev dewletên komploger jî, lê belê gelê me jî jê wateyê derxîne. Ciwanên kurd jê wateyê derxîne û divê mirov vê jî bibîne; ev rêbaz ne rêbaz e.
Weke ku Hevserokatiya Konseya KCK’ê got, ev ne rêbazeke ku yek bimeşîne. Ev dem ne dema ku em komploya navneteweyî protesto bikin. Na, dema ku em komployê êdî têk bibin, Rêber Apo azad bikin. Ji bo wê ne hewce ye mirov xwe bişewitîne, divê mirov dijmin bişewitîne. Yanî divê kesek li vê nefikire. Ne welatparêz, dilxwaz, hele hele heval divê li vê nefikire. Niha 15’ê Sibatê nêzîk dibe, berê hevalan jî di 15’ê Sibatê de dikir, lê belê tevgerê rexne kir. Heta hinek hîç îlan jî nekir.
Ez vê jî bibêjim. Divê kes tiştekî bi vî rengî neke. Dem ne dema şermezarkirinê ye, dem dema rizgarkirinê ye. Divê her kes bi vî rengî nêzîk bibe. Yanî divê gerîla xwe hîn zêde di xetê de kûr bike, çawa bike milîtanê Apoyî ku di şexsê xwe de komployê têk bibe, bibe milîtanê azadiya Rêber Apo, divê dilxwaz jî ciwanên kurd jî xwe bigihînin gerîla, xwe bikin gerîla. Îro gerîla li ser dilê dijmin weke xençerekî ye. Di çavên dijmin de weke kelemekî ye. Îro dijmin ji bo gerîlayekî şehîd bike, bi dehan balafirên şer radike. Bi milyonan pere mesref dike. Ji bo gerîlayekî ji holê rake.
Diyar e ewqasî ji gerîla ditirse, ev dijmin. Ewqasî jê ditirse, wê demê ciwanekî ku dixwaze li hemberî dijmin bibe îrade, bibe hêz yan jî komploya navneteweyî şermezar bike, divê xwe bigihîne gerîla. Bi vê wesîleyê ez bang li hemû ciwanên kurd dikim di vê dema girîng de, di dema em dikevin sala 25’emîn a komploya navneteweyî de divê xwe bigihînin nava refên gerîla. Bi şêwazekî beşdar bibin. Li cihê xwe jî karin beşdar bibin, wekî din jî dikarin beşdar bibin. Lê divê beşdar bibin. Ji ber ku dem dema têkoşînê ye, dem dema dirûşma Mehmet Akar e. Divê mirov bi vî rengî nêzîk bibe û tevbigere. Banga me ji bo hemû ciwanan ev e. Ez dubare bibêjim; divê kes vê rêbaza xweşewitandinê dubare neke. Wisa nemeşîne. Her kes divê li ser esasê ku wê çawa komployê têk bibe tevbigere.
Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îran li hev dicivin. Pir aşkere ye ku li hemberî destkeftiyên gelê kurd li hev dicivin. Ji bo vê yekê hûn dixwazin çi bibêjin?
Rast e, em dişopînin. Planên li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd cûrbecûr hene. Rûsya jî berê di komploya navneteweyî de hebû. Dibe ku ne ev rêveberî bû, lê belê rola xwe hebû. Em hêvî dikin ku Rûsya dijberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd neke. Lê belê her kes berjewendiyên xwe esas werdigire. Ew jî rastiyeke siyaseta îro ye. Lê belê ev heye ku yê ku Sûriye xistiye vî halî siyaseta Tayyîp Erdogan e. Yanî Sûriye xera kir, hemû çeteyên li Sûriyeyê li dora xwe kom kir û xwest siyaseta kurd têk bibe. Dûre jî got ‘Ez ê biçim li Şamê nimêj bikim’. Yanî dijminê gelê Sûriyeyê ye. Destpêkê PYD’ê, YPG’ê jî bi Tirkiyeyê re têkiliyên xwe hebû. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim çend caran çû Tirkiyeyê. Wê demê navbera me û dewleta Tirkiyeyê de jî agirbest hebû. Pêvajoyek jê re dihate gotin ‘çareserî’ lê ne çareserî bû. Di çarçoveya şerê taybet de AKP’ê dinirxand. Lê belê diyalog hebû. Di wê demê de daxwaza dewleta tirk ev bû, ku kurd jî li Şamê bixin. Mesela aşkere gotin, dest bidin ser Qamişloyê, ew derî, deriyê ku ji bo Tirkiyeyê vekirî, deriyê gumrukê bi destê xwe ve bixin em ê hemû tiştî bidin we. Jê şûnde Heleb, li Şêxmeqsûd berê xwe bidin rejîmê ji bo Heleb têk biçe. Wana dixwestin Heleb têk bibin, bi dest xwe bixin û biçin Şamê. Kurdan ev qebûl nekirin.
Mirov dikare bibêje Erdogan siyaseta li ser kurdan, li ser Rojava guhert, yek sedem jî ev bû. Rast e belkî ne hemû sedem be, lê belê sedemek jî ev bû. Siyaseta Kurd di xetekê de israr kir, li dijî Sûriyeyê nesekinî. Eger bisekiniya wê Sûriye têk biçûya. Niha Sûriye pala xwe dide Rûsyayê, dide Îranê. Lê belê destpêkê, mesela hîn di 2012’an de, 2013’an de eger ku kurd jî weke ku Tirkiye dibêje beşdarî wan bibûya, wê têk biçûya. Eger ku têk neçûye, ji encamê siyaseta kurd li rojavayê Kurdistanê meşandiye û îro weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema xweser hatiye avakirin e. Ji encama wê siyasetê kurd û ereb bûne yek. Erebên demokratîkxwaz, wisa ewna DAIŞ têk birin, ne welê bûya wê DAIŞ li wir serwer bibûya. Têk birin û wisa hişt ku Sûriye li ser lingan bimîne. Heqîqet bi vî rengî ye. Ji bo wê lazim e hikumeta Şamê nekeve şaşiyê. Beşar Esad divê şaşitiyê neke. Li dîrokê binihêre.
Mesela rêzdar Hafiz Esad çawa li hemberî ewqasî êrîşan xwe li ser lingan girt. Fermî yan jî ne fermî bi piştgiriya kurdan wisa bû. Careke din eger ku di wexta xwe de Saddam Huseyîn bi kurdan re têkilî çêbikira, hinek guhertin di xwe de çêbikira, îhtimal hebû ku dawiya xwe ne wisa bû. Kurd li vir civakek mayinde ye, divê kes xwe şaş neke. Hîmê bin xwe neke hedef. Em hêvî dikin ku rêveberiya Sûriyeyê di vir de şaşitiyê neke û destê Tayyîp Erdogan xurt neke. Tayyîp Erdogan niha taktîka hilbijartinê dike. Niha ew tengav bûye. Di siyaseta Sûriyeyê de bi ser neket. Eger bi ser neketiye sedema xwe ya herî mezin berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Yanî di siyaseta xwe ya Sûriyeyê de têk çû. Ji bo wê, berê çi, tû kiribû niha mecbûre bialêse. Dijûn kiribû, bi her awayî xerabî kiribû niha dixwaze wan hemûyan derbas bike. Çima? Ji ber ku bê encam maye. Yek jî diçe hilbijartinê, dike di hilbijartinê de têk biçe. Ji ber wê xwe diavêje lingê Sûriyeyê. Divê Sûriye red bike, qebûl neke. Eger ku qebûl bike wê bikeve nava şaşitiyeke mezin. Wê dostaniya xwe ya mayinde ya hemwelatiyên xwe winda bike. Divê nekeve nava vê şaşitiyê. Ev rejîmeke faşîst, xwînxwar, dijîtiya Sûriyeyê, dijîtiya kurd, dijîtiya her cûre siyaseta demokratîk dike. Ew pir aciz e ji tifaqa kurd û ereb. Ji bo wê dixwaze êrîş bike. Sûriye divê ne pê re be, Sûriye divê li dij bisekine. Em hêvî dikin wê rejîma Sûriyeyê jî ji van tecrûbeyan dersê derxîne û wê nekeve siyaseteke wisa qirêj. Gelên herêmê biryara xwe dane. Wê bi hev re li hemberî vê destdirêjiya şovenîzm û tûranîzma Tirkiyeyê raweste. Di her şert û mercî de wê li ber xwe bidin. Gelan ev biryar dane. Em hêvî dikin rêveberiya Sûriyeyê jî vê rastiyê bibîne û ji şaşiyan dûr bikeve.
Herî dawî tiştên ku hûn bixwazin bibêjin?
Em dikevin 25 saliya komploya navneteweyî. Pêşveçûnên şer ê çêbûyî, berxwedana gerîla, berxwedana Îmrali, gelê me, siyaseta kurd û dostên gelê kurd, siyaseta çepên Tirkiyeyê astek raber kir. Bi taybetî berxwedana niha li Zap, Avaşîn û Metînayê tê meşandin hîn dewam dike. Weke îradeyekê raber kir ku dewleta Tirkiyeyê nikare biçe encamê. Li wir rawestand. Wan xwestin di nava 2 hefteyan de dagir bikin, lê belê 2 sal in nikarin dagir bikin. Hîn niha li Zapê şer heye. Li rojavayê Zapê jî şer heye, li rojhilatê Zapê jî şer heye. Ev îradeyeke. Xuya bû ku em îradeyekin. Hîmê pêşveçûnekê ye. Sekna Rêber Apo, îradebûna gelê me, îradebûna hemû girtiyên zindanan îro astek raber kiriye. Faşîzma AKP-MHP’ê êdî lawaz bûye. Eger ku li hemberî me bi ser biketina wê xurt bûna. Her wiha wê mijara aloziyê jî karibûna sivik bikira. Niha aloziya aborî zêde heye, birçîbûn heye, aloziya siyasî heye, ya civakî heye. Di gelek deveran de sîstem ketiye aloziyê. Têkoşîna Azadiya Kurd îro di heman demê de bûye têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê. Dibe ku niha muxalefetek li hundirê sîstemê heye, jê re dibêjin ‘masa şeşan’. Dibe ku ew dibêjin em muxalefet in, lê belê eger ku rejîma AKP-MHP’ê li hemberî me, li hemberî gerîla hîn di sala 2021’ê de li Garê bi ser biketa, piştî wê li Zapê bi ser biketa, nebû, 2022 eger ku bi ser biketa wê biçûya hilbijartina pêşwext û di hilbijartinê de jî bi ser biketa.
Yanî muxalefeta esasî îro Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dike. Divê kes xwe şaş neke. Temam dikarin van hesasiyetên Tirkiyeyê dijber bin, lê divê kes xwe şaş neke. Eger ku AKP-MHP em têk bibirana yan jî bi Îmraliyê paşve gav bida avêtin, wê niha rejîma xwe mayinde bikirana. Yê ku weke îradeyek ji pola li hember sekinî Tevgera Azadiyê ya Kurd û Tevgera Demokrasiyê ya Tirkiyeyê bû. Divê kes vê ji bîr neke. Berxwedana hatiye meşandin di sala 25’emîn a komployê de êdî dikeve qonaxeke nû. Têkoşîna gerîla êdî di qonaxeke nû de ye, wê bikeve nava qonaxeke nû. Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê dikeve qonaxeke nû. Vaye hilbijartin jî heye, di wê çarçoveyê de jî wê pêşveçûnên nû çêbibin. Ev serdem êdî serdema têkçûna komployê ye. Serdema têkçûna vê rejîma faşîst e. Serdema têkçûna rejîma tecrîda mutleq û siyaseta qirkeriyê ye. Ji bo wê divê em sala pêş me hîn bi xurtî beşdar bibin. Weke bikin saleke mezin di têkoşîna azadiyê de, di têkoşîna demokrasiyê de, di azadkirina Rêber Apo, azadkirina Kurdistanê û di demokratîkkirina Tirkiyeyê de hemleyeke mezin be. Her kes divê bi vî rengî hîn zêde beşdar bibe. Ji bo em karibin sala 25’emîn bikin saleke mezin, ji bo gelê me, gelên Tirkiyeyê, gelên herêmê. Bibe serdemeke azadî, demokrasî û ronahî. Em bi vê hêviyê em salê pêşwazî dikin. 25’emîn salvegera komploya navneteweyî em ê bikin sala têkçûna komploya navneteweyî.