Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Hêzên ku dişînin Garê kî ne?

Ji êvara 24’ê cotmehê ve PDK hêz û çekên giran sewqê herêma Garê ya ser bi navçeya Akrê ya girêdayî Dihokê dike. Dixwazin ev hêza ku sewqê herêmê dikin, li gundên ser bi bajaroka Dînartê û deşta Nehlê ya girêdayî Akrê bicih bikin. Şevê din li aliyekî ev hêz xwest li herêma Garê seytere û nuqteyên kontrolê deyne, ji aliyê hewayî ve jî dewleta tirk gundê Amada ya li herêmê bi dijwarî bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatiye girtin, îro jî sewqiyet ji bo herêmê berdewam kiriye û hate gotin ku ev hêza ku ji bo herêmê hatiye şandin dixwazin ji Dînartê heya serê neqeba girê Pirîzê, ji Çemankê heya Bêbade, ji Şermîne heya Baqirmanê baregeh û nuqte çêbikin. Heman çavkanî diyar kir dixwazin hêz bişînin sê aliyên çiyayê Garê û bi vî awayî hîlalek çêbikin.

Hate ragihandin piştî bombebarana şevê din, liv û tevgera balafirên şer a li ser herêmê kêm nebûye, heya vê kêliyê jî dengê balafiran li ser herêmê tê.

Welatiyên gundên ku hêz ji bo wan hatine şandin ku bi sedema ewlekariyê nexwestin navê wan were dayîn, diyar kirin ku ji wan re hatiye gotin kî li herêmê bigere, bi taybet jî ger bi şev derkevin derve ew ê bibin hedefa wan.

Hêza Gulan ji kî pêk tê?

Mijara sewqkirina hêz ji bo herêma Garê di raya giştiya kurd de bû rojeke sereke û pirsa ‘ev hêza Gulan ji kî pêk tê’ hate kirin.

Hate zanîn ku pêşmergeyên herêma Behdînanê li dijî vê planê derneketine û nexwestine bibin parçeyek ji van planên dagirkeran.

Çavkanî gotin ku piraniya hêza Gulan a rasterast girêdayî Mesrûr Barzanî ji Pêşmergeyên Roj, ji kesên derve anîne, kesên nokeriyê ji dagirkeran re dikin pêk tê.

Şêniyekî Dînarteyê ku xwe dispêre agahiyên xizm û hevalên xwe yên li gundên ku hêz ji bo wan deran hatine şandin, diyar kir ku Pêşmergeyên Roj zilm li niştecihên herêmê dike, wan tehdît dike û dibêjin, ger ji derveyî hişyariyên wan bikevin û derkevin derve ew ê li wan bixin. AKRÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar