Ji dîroka avabûnê heta niha, ji derveyî ximzetkirina ji bo dewleta tirk tu rolek wan a din nebûye. Ev jî hêza Roj a ji aliyê PDK’ê ve hatine avakirinine.
Ji derveyî hêzên 80’î yên PDK’ê, di bin navê hêzên pêşmerge û hêzên Zêrevanî de, PDK’ê di nava 10 salên borî de, ji derveyî zeftkirina dahata binerd û sererd a Herêma Kurdistanê, gelek pere ji bo şerê kirêkirî veqetandiye, di vê çarçoveyê de gelek hêzên kirêgirtî û nesayî avakiriye.
Ew hêzên ku heta niha aşkere bûne, hêzên bi navê Roj, Gulan, Barzan, PAK û Erez in. Mînakên hêzên ji aliyê PDK’ê ve hatine avakirin ku xwe weke pêşmerge û parêzerên xaka Kurdistanê didin naskirin. Lê, di rastiyê de paristina ecîndeya taybet a kesî, malbatî û hizbî dikin.
Eger weke pêkhate hêzên Roj û PAK weke mînak bigirîn, piraniya çekdarên wê xelkê ji derveyî Herêma Kurdistan û Iraqê ne û weke kirêgirtî çekdariyê dikin. Herdu hêz jî ji sîstema parastina Iraqê û pêkhateya hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê xerîbin.
Ev herdu hêzên li gel hîmê yasayî û destûrî ya pêkhateya sîstema siyasî û sîstema parastinê ya Iraqê bi nakok in, ji ber ku li gorî yasayê avakirina hêzên wiha sûce û her partiyek li pişt vî sûcî be divê berpirsyartiya yasayî hilgire.
PDK ji bo van hêzan rewa nîşan bide, nasnameyên Iraqî ji bo van çekdaran derdixe. PDK bi riya wan karmendên taybet ên derxistina nasnameya Iraqê yên li bajarê Dihokê û Hewlêrê vî karî dike. Ji aliyê PDK’ê ve nasnameya Iraqî ji bo nêzî nîv milyon welatiyên derveyî Herêma Kurdistanê hatine derxistin.
Yek ji wan şîrketên ku karê rêxistinkirina çeteyan dike, jî SADAT e (Şêwirmendiya Parastinê ya Navnetewî). SADAT di sala 2012’yan de ji aliyê generalekî tirk ê bi navê Adnan Tanrıverdî ve tê avakirin. SADAT ku girêdayî şêwirmendiya serokkomartiya tirk e, peywendiyeke xwe ya xurt bi Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) re jî heye. Têgotin şêwirmenda Erdogan Gulnur Aybat bi peywendiya navbera MÎT û SADAT’ê re eleqeder dibe û Aybat weke kesek nêzî Nêçîrvan Barzanî jî tê zanîn.
Li gorî lêkolînê, SADAT baregeha xwe ya yekemîn di sala 2017’an de li parêzgeha Dihokê ava kiriye. Lê gelek karên xwe jî li başûrê Kurdistanê, bi awayeke ne yekser bi rêya şîrketa TİKA, HAKSİAD û ORSAM’ê dimeşîne. Her wiha diyar dike, ev şîrketên navborî di heman demê de elemanên îstîxbaratê ji bo MİT’ê digihîne.
Hêza Gulan a girêdayî PDK’ê û malbata Barzanî û Pêşmergeyên Roj ên girêdayî ENKS’ê di sala 2018’an de li Dihokê ji aliyê komeke pisporên leşkerî yên SADAT’ê ve hatine perwerde kirin. Perwerde jî li herêma Xenz a Dihokê hatiye dayîn. Her wiha tê îddîakirin ku, Amerîka jî piştgirî dide van xebatên SADAT’ê yên korsan.
SADAT Hêza Gulan ku perwerde kir, dibin navê Artêşa Azad a Sûriyê de dijî rejîma Esad rêxistin kir. Vêya weke tabûrên Selahedîn û Farûq rêxistin kir.
Destpêka xwerêxistinkirina hêzên Roj, di nava refên El Qaîde, Îxwan Mislîm bûn ku xwe weke mûxalefeta Sûriyeyê bi nav dikirin, piştre nekarîn li rojavayê Kurdistanê bi cih bibin û derbasî başûrê Kurdistanê bûn.
Endamên wê li wargehên Binesilaw, Xens û Beşîka ji aliyê dewleta tirk û MÎT’ê ve hatin perwerdekirin. Di 12’yê nîsana 2012’yan de bi biryara Mesûd Barzanî li ser Hêzên Zêrevanî weke hêzên pêşmergeyên Roj hatin naskirin.
Xerca wan a mehane nêzîkî 15 milyar dînare û PDK ji dahata Herêma Kurdistanê dibire û dide wan.
Ji dahata Herêma Kurdistanê dahatek zêde ji bo wan diçe. Ji Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê çek û lajîstîk hatiye dayîn. Di parastina Herêma Kurdistanê de navê wan nîne û tenê li wan herêmên ku dewleta tirk ya dagirker êrîş dikine, weke hêzek li pêşiya dijmin bimeşin derdikevin û timî berê çekên xwe dane şervanên kurd û gerîlayên azadiya Kurdistanê. Duh li rojavayê Kurdistanê û Şengalê îro jî Herêmên Parastina Medyayê piştgiriya dijminê gelê kurd dikin.
Niha yek ji pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê hêzên bikirêgirtî ne ku Iraq fikare ku ji bo wan ji bûtçeya ji bo Herêma Kurdistanê tê şandin, pere tê veqetandin.
Parlamenterekî Iraqê biaşkere ragihand ku li Herêma Kurdistanê ji bo hêzên çekdar ên Sûrî û Îranê ji dahata Iraqê pere tê veqetandin û navê çekdarên ‘Roj’ û PAK’ê bi kar anî.