Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Hêzên paramîlîter, kontrgerîla, mafya û çeteyan

Dîrok û serboriya dewlet û nemaze jî netewe-dewletê, her wekî din serboriya hêzên paramîlîter, kontrgerîla, mafya û çeteyan jî di nav xwe de dihewîne. Ji serê sedsalê heta niha ev têkiliya organîk a dewlet û hêzên veşartî yên dewletê rengê xwe da gelek geşedanên dîrokî.

Wek gelek dewletan, dewleta tirk jî di 100 saliya xwe de, xwe ji vê nîzamê mehrûm nehişt û bû hêlîna gelek hêzên paramîlîter, kontrgerîla, mafya û çeteyan û îro jî bûye wek konfederasyoneke kartêlan.

Ji Teşkîlat-i Mahsûsa û Alayên Ebdulhemîd bigire heta Daîreya Tîmên Taybet, ji Daîreya Şerê Taybet bigire heta JÎTEM’ê, ji SADAT’ê bigire heta JOH, POH, Tîmên Esedûllah û Notirvanên îro, repertûareke berfireh a hêzên qirêj ên dewletê heye. Ev nîzama ku di nav sazî û dezgehên fermî de teşe girtiye heta niha geh wek “hêzên leşkerî”, geh wek “hêzên nefermî” geh jî wek “hêzên nîvfermî” ji bo berdewamiya nîzama dewletê bi hevahengî dixebite.

Wextê mirov li paşxaneya têkiliyên dewletê û hêzên paramîlîter/kontrgerîla/mafya/çeteyan dinihêre mirov dibîne ku ev hêz li gorî bernameya dewletê hatine avakirin û bikaranîn. Ji Komkujiya Ermenan bigire heta êrîş, pogrom û qetlîamên li ser gelê kurd, rûm, elewî û muxalîfan, ev hêz her tim bûne amûrên dewletê û xisareke mezin dane gelan. Loma jî di hişûbîra gelan de ev hêz gelek baş tên zanîn û tu carî nayên jibîrkirin. Hafizeya gelê kurd jî derbarê kar û kiryarên wan ên hovane de gelek zindî ye.

Salên 90’î di dîroka Tirkiyeyê de salên gelek girîng in ku em îro bi encamên wan re rûbirû ne. Bi geşbûna Tevgera Azadiyê û vejîna gelê kurd re û li dor têkiliyên Tirkiye û NATO-Gladioyê konsepteke nû hate destpêkirin ku ew konsept îro di lîteratûrê de wek “Konsepta 93’an” tê pênasekirin. Piştî vê konseptê şerekî taybet hat meşandin; bi hezaran kes hatin kuştin, revandin û windakirin. Bi hezaran gund hatin valakirin, şewitandin, xerabkirin.

Di dîroka têkiliyên hêzên paramîlîter û dewletê de, pêvajoya Sûsûrlukê cihekî taybet digire. Tiştên ku li wir îfşa bûn, panorameyeke biçûk a dewlet û hêzên kûr û qirêj bû lê ev mekanîzma hem nehat berterefkirin, hem jî piştî wê demê zêdetir di nav nîzama nû ya dewletê de hate bicihkirin. Îro jî dewlet bi vê konfederasyona kartêl û hêzên paramîlîter tê birêvebirin. Anku mirov dikare bibêje hevkarekî Tifaqa Cumhurê Erdogan û yê din Bahçelî be, hevkarê sêyemîn jî ev kartêl û hêz in.

Helbet di her qonexeke dîrokî de, ev hêzên paramîlîter û mafyatîk li gorî bernameyên hikûmetan hatine bikaranîn. Ji bo ku em tabloya îro fêm bikin, em dikarin geşedanên piştî salên 2010’an bi bîr bînin. Piştî bihêzbûna Tevgera Azadiyê, di dawiya sala 2012’an de li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir û nêzî 3 salan danûstandin di navbera rayedarên dewletê û Birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê de hatin kirin. Paşê hat aşkerakirin ku di wê pêvajoyê de dewletê her wekî din amadekariya şerekî taybet ê nû kiriye û hemû organîzasyona xwe li ser wî esasî ava kiriye.

Pêvajoya ku îlhama wê modela Srî Lankayê bû û wek “Plana Têkşikandinê” (Çokturme Plani) hatibû pênasekirin a dema pêvajoya aştiyê jî mirov dikare wek aktûelîzekirin/nûkirina Konsepta 93’an bi nav bike û avakirina têkiliyên qirêj ên nû di nav dewletê de û geşedanên piştî wê demê jî li dor wê konseptê fêm bike.

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê, Şoreşa Rojava ya ku li Kurdistan, li Rojhilata Navîn û li cîhanê deng vedabû, hemû hesabên emperyal ên dewletê û Erdogan serûbin kiribû. Loma jî konsepta hêzên paramîlîter cardin hat vesazkirin. Di bin banê SADAT’ê de organîzasyoneke nû hate avakirin û milekî wê li Tirkiyeyê yê din jî digihê heta Sûriye, Lîbya û Azerbeycan-Qerebaxê.

Helbet têkiliyên dewlet û hêzên paramîlîter li ser bingeheke aborî tê avakirin. Berdewamkirina vê pergalê jî girêdayî bazirganiya narkotîk, firotina çekan, desteserkirina mal û milkên welatiyan e. Wextê ku ew bazar kesad dibe û lihevnekirin peyda dibin, ew hêz dikevin qirika hevdu û hemû kar û kiryarên xwe yên qirêj aşkera dikin.

Di bin paşxaneyeke wiha de, karekterekî mafyatîk û pêlîstokekî şerê qirêj Sedat Peker, ev 3 hefte ne têkiliyên dewletê û hêzên paramîlîter, mafya û çeteyan bi rêya platformên dîjîtal yek bi yek aşkera dike. Helbet gelê kurd û Tevgera Azadiyê ne bi gotinên Peker, lê bi salan e hay ji vê tenûra gemarî, gendelî û têkiliyên qirêj heye û gelek caran jî ev anîne ziman. Ji bo wê jî tiştên ku Peker dibêje, hemû gotinên berê yên Tevgera Azadiyê piştrast dikin.

Rêzevîdyoyên Peker, wek şanoyekê trajediya desthilatiya dewleta tirk radixe ber çavan. Peker hîn jî neferekî dilsoz ê dewletê ye. Lê ji ber kesada wê bazarê îro agirê wê tenûra gemariyê geş dike. Tiştên ku îro di nav desthilatdarên tirk de diqewimin, rizîn an ku şerê parvekirina desthilatiyê beriya her tiştî xwe dispêre pirsgirêka kurd. Dijminahiya li hemberî gelê kurd û Tevgera Azadiyê, wek maskeyekê hemû têkiliyên wan ên qirêj vedişêre, lê wextê ew maske tê rakirin, hemû gemariyên wan wiha yek bi yek aşkera dibin.

Tirkiye dewleteke 100 salî ye, lê tecrûbeyeke wê ya birêveberinê ya bi sedan salan heye. Di berbanga sedsaleke nû de tabloya îro ya ku têkiliyên dewletê û hêzên paramîlîter, kontgerîla û mafyayê radixe ber çavan ji bo pergalê giriftiyeke bingehîn e. Heta bi vê pergalê re rûbirû nebe nikare sedsalên xwe yên di nava bike. An pergaleke şefaf û demokratîk an rizîn û têkçûn.

Birêz Ocalan gelek caran ji bo vê yekê dewlet hişyar kir û şîretên girîng li gelê kurd û Tevgera Azadiyê kir. Gelek caran ji bo berterefkirina vê mekanîzmayê daxwaza avakirina komîsyonên heqîqetê kir. Di 15’ê Tîrmeha 2015’an de hemû şîret, hişyariyên wî cardin teyîd bûn û aşkera bû ku “mekanîka derbeyê” dîsa karîger e û teşebiseke derbeyê pêk hat. Îro ew mekanîka derbeyê ji her demê zêdetir li ser kar e û di encama wê de berpirsyariyên mezin ên Tevgera Azadiyê, hêzên demokrasiyê û pêkhateyên civakê yên Tirkiyeyê hene.

Nûçeyên Têkildar