Navenda Nûçeyan |
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ji Ajansa Rojnewsê re ragihandine, îro (24 tîrmeh) Ii devera Çarçel a herêma Metînayê liv û tevgere zêde ya balafirên keşfê ya dewleta tirk a dagirker çêbûye.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku li gel liv û tevgera balafiran, hêzên PDK’ê li devera Çarçel ber bi qadên gerîla ve çûne û bi çekên giran ên wekî doçkayan êrîş kirine. Hat gotin ku di encama gulebaranê de li herêmê şewat derket û hîn didome.
Çavkaniyan gotin ku hêzên gerîla ji bo ku alozî zêde nebe, bersiv nedaye lê liv û tevgera hêzên PDK’ê li herêmê didome. Her wiha balafirên keşfê yên dewleta tirk a dagirker jî, li herêmê difirin.