Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Hêzên PDK’ê nehiştin xebatkarên Çira TV biçin Şerfedînê

Her sal di vê demê de li Şengalê li Mezargeha Şefredînê civaka êzidî cejan Cemayê pîroz dikin. Bi vê armancê êzidî ji her devera ku lê ne berê xwe didin mezargehê. Lê belê ji sala 2018’an ve xebatkarên Çira TV ku qenaleke televîzyonê ya civaka êzidî ye, dikin nakin nikarin biçin vê qada pîroz a êzidiyan. Sedema wê jî astengiya hêzên çekdar ên PDK’ê yên li herêmê ye. Xebatkarên Çira TV îro jî hewl dan xwe bigihînin Şefreddînê lê hatin astengkirin.

Sala 2018’an dema tîma Çira TV xwest biçe Şerfedînê û roja dawî ya Cemayê bişopîne, ji aliyê komên çekdar ên PDK’ê ve hatin astengkirin û nehişt ku Cemayê bişopîne. Di heman demê de dest danîbûn ser kameraya televîzyonê û piştî hewldanan kamera radestî xebatkaran kiribûn. ŞENGAL 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar