Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hêzên PDK’ê welatiyekî xelkê Şêladizê qetil kir

Çekdarên PDK’ê yên Amediyê li geliyê Balinde yê bi ser Şêladizê welatiyekî bi navê Diyar Tayîb Rêkanî û hevalekî wî gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de Diyar Tayîb jiyana xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan |

Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê ku agahî ji çavkaniyên herêmî wergirtî, çekdarên PDK’ê şevê din li geliyê Balinde yê ser bi Şêladizê welatiyekî ku tê îdîakirin pêşmergeye gulebaran kirin.

Çavkaniya herêmî diyar kir ku şevê din çekdarên PDK’ê yên ketine noqteya kontrolê ya Muhafizên Sînor welatiyekî ji eşîreta Rêkaniyan yê bi navê Diyar Tayîb Rêkanî û kesek din ê navê wî hîn ne hatiye zanîn gulebaran kirine. Di encama gulebaranê de Diyar Tayîb jiyana xwe ji dest daye û agahî ji hevalê wî nayê girtin.

Hesabeke Facebookê yê bi navê ‘Encûmena Ciwanên Şêladizê’ jî agahiyê bi daxuyaniyeke nivîskî piştrast kir.

Di daxuyaniya ciwanan de têgotin ku asayîşa PDK’ê du kesên xelkê Şêladizê li Geliyê Balinde gulebaran kirine, di encama êrîşa çekdarên PDK’ê de Diyar Tayîb jiyana xwe ji dest daye.

Encûmena Ciwanan li dijî kiryarên PDK’ê yên dijî gelê herêmê banga xwepêşdanê li welatiyên herêmê dikin û wiha dibêjin: “Em van êrîşan qebûl nakin, şermezar dikin. Divê bê zanîn dê ev êrîşên asayîşa PDK’ê bê bersiv nemînin.”

Heya niha ev agahî ji aliyê malbata Diyar Tayîb Rêkanî ve nehatiye piştrast kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar