Navenda Nûçeyan
Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê hêzên rejîma Îranê, li taxa Zewîyekan a Şarewanî ya li bajarê Mahabadê ya rojhilatê Kurdistanê, êrîşê welatiyan kirine.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin di encama êrîşa çekdarî ya hêzên rejîmê de, welatiyek hatiye kuştin û 4 welatiyên din jî birîndar bûne.
Heman çavkaniyan ragihandin ku hêzên rejîmê belavî nava taxê de bûne û gule bi ser welatiyan de diberdin.