Navenda Nûçeyan
Li baregeha Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ji derveyî PDK’ê, partî û aliyên siyasî yên kurd li hev civiyan.
Piştî civînê Berpirsê Şaxê 2 yê Malbenda Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Kerkûkê Mihemed Osman di civîna çapemeniyê de got;”Partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê bêguman li ser jiyana bi hev re ya bajêrê Kerkûkê kirin. Lê, aliyên ereb û tirkmen hewl didin rewşa bajêr aloztir bikin.”
Mihemed Osman daxwaz ji hersê serokatiyên Iraqê kir ku li ser rewşa Kerkûkê bersiva wan bide û wiha domand;”Aliyên ereb û tirkmen ji formata hilbijartinê ditirsin. Lewma daxwaza guhertina Rêveberê Şaxê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Kerkûkê dikin. Di bingehê de hêzeke wan a mezin nîne. Xwe mezin nîşan didin. Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê li Kerkûkê 118 wezîfeyên girîng ji Kurdan hatine standin. Hina wezîfên herî kêm ên girîng li gel kurdan in. Tirkmen û ereb dixwazin van wezîfeyan jî ji wan bistînin.”