Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Hêzên YPG-YPJ’ê du xwişkên êzidî rizgar kirin

Hêzên YPG-YPJ’ê, piştî 9 salan xwişkên êzidî ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Xwişkên êzidî diyar kir ku ew ê tu caran qenciya YPJ’ê ji bîr nekin.

Besê Xidir Xelef Şemo û Aliya Xidir Xelef Şemo yên ji gundê Solax ê Şengalê, 3’yê Tebaxa 2014’an di fermana 74’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin. Xwişkên hev, piştî 9 salan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji Kampa Holê hatin rizgarkirin. Di dîmena ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a YPJ’ê hat parvekirin de, xwişkên êzidî qala hovitiya ku li wan hatiye kirin, dikin.

Di destpêka dîmenê de Besê Xidir wiha dibêje: “Li Şengalê çeteyên DAIŞ’ê ez, dayik, bira û xwişka min, em ji Şengalê birin Dêrazora Rojavayê Kurdistanê. Birayê min ji me cuda kirin. Piştî mehek du mehan dayika min jî ji me cuda kirin. Dema ku birayê min ji me cuda kirin, birin nav çeteyên xwe. Dema dayika min jî birin me pirs kir ku wê bibin kû, wan got ku wê bibin nav dewleta îslamî. Piştî mehekê û nîv çeteyan ji me re got ku dayika we di encama bombebaranê de miriye.”

Besê Xidir wiha li axaftina xwe wiha dewam kir: “Birayê min hat, got dixwazim xwişkên xwe bibim gel xwe mezin bikim, lê çeteyan qebûl nekir û jê re got tu zarok î çênabe. Wê demê birayê min 12 salî bû. Piştre em birin Bahozê û kampa Holê. Li wir ji me re got hûn ne xelkê Hemisê ne, hûn xelkê Şengalê ne. Em destpêkê matmayî man û me ew fikir qebûl nekir ku xelkê Şengalê ne. Demek pê ve çû heta me qebûl kir. Me li kampa Holê testa xwînê çêkir ka em xelkê Şengalê ne yan na. Li kampê tu zoriyek li me nehate kirin ku ev test were çêkirin. Ji me re got ku ger di testên we de derbikeve hûn xelkê Şengalê ne, em ê we vegerînin warê we. Heta gotin ku ger vegerin Şengalê û derkeve holê ku hûn ne ji wir in, em ê berpirsyariya vegera we bigirin ser xwe.”

Besê Xidir wiha diyar kir ku li kampa Holê gelek guman hebû ku YPG welatiyên Şengalê ji kampê vedigerîne warên wan û wiha domand: “Me destpêkê bawer nekir, ji ber ku me nedizanî. Lê bi pişt re me di medyaya dîjîtal de dît ku YPG çawa jinên Şengalê vedigerîne warê wan û di nav xizmên xwe de kêfxweş in. Em spasiya YPG’ê dikin ku em vegerandine. Hêvîdar in hemû jinên Şengalê li xizmên xwe bên vegerandin.

‘Em ê tu carê qenciya YPJ’ê ji bîr nekin’

Aliye Xidir 14 salî ye ku yek ji keçên ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin û wiha dibêje: “Em li Kampa Holê di nav malbatan de dijiyan. Ew ne malbatên me bûn û wan nedizanî malbatên me yên rastîn li kû derê ne. Dema ku em nû gihiştin kampê me qebûl nekir. Lê belê, ez nikarim li ser tiştên xerab ên ku di bin desthilatdariya DAIŞ’ê de qewimîn, bifikirim. Em zarok bûn me dayika xwe nedît, niha jî mezin bûne êdî nabînin. Ger dayika xwe bibînim ez ê gelek kêfxweş bibim. Her kesê ku vedigere, diçe gel malbat û xizmên xwe. Li gel malbatên xwe dimînin û malbatên xwe yên rastîn dibînin.”

Aliye Xidir, qala hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê kir û wiha got: “Her kesê ku ji destpêkê ve biçe nav çeteyên DAIŞ’ê û kuştinan bibîne, gelekî metirsîdar e. Em jî gelek ditirsiyan. Piştî ku hatin rizgarkirin gelek kêfxweş bûn. YPJ’ê bi şêweyeke dostane nêzî me bû. Wan ji me fêm kir û li gel me bûn. Gelek xebat ji bo me kir. gelek spas ji bo tiştên ku ji me re kirine. Alîkariya bi me re kiriye em ê tu carê ji bîr nekin.’’

Aliye Xidir, herî dawî daxwaz kir ku zarok û jinên din wek wan werin rizgarkirin û vegerin cem xizmên xwe û azad bijîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar