Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Hezkirin û hevkariya pêkhateyan bingeha pêşketina civakê ye’

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi tevlêbûna bi sedan endamên sazî, meclis, komun û nûnerên Rêveberiya Xweser re înîsyatîfa ‘Xebat ji bo azadiyê’ ragihand. Armanca înîsiyatîfê ew e ku bi çinîna zeviyan re piştevaniya malbatên xizan bikin. Di heman demê de hewl didin bi vê înîsiyatîfê giyan û çanda kolektîf a di navbera pêkhateyên civakê de zindî bikin.

Têkildarî mijarê endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Çanda hezkirin û hevkariyê ya di navbera pêkhateyên herêmê de hinekî paş ketiye. Me jî xwest ku bi înîsiyatîfeke wiha re gelê herêmê li wê çanda xweşik vegerînin û ji vê re bingeheke xurt ava bikin. Pêşketina civakê ya li ser bingeheke rast, girêdayî nêzîkatiya pêkhateyan a li hemberî hev e. Ev jî hezkirin, hevkarî û sivikkirina barê hevdu ye.”

Bi domdarî jî Yûsif ev tişt anî ziman: “Xebatên partiyên siyasî ne tenê qada siyasetê ye. Yek ji peywira wan jî ew e ku di her alî de xizmetê ji civakê re bikin. Ev erka wan a esasî ye. PYD’ê heta niha di vê çarçoveyê de gelek pêngav avêtine. Çandina daran, paqijî û hwd. Kampanyaya ‘Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye’ ku bi pêşengiya ciwanan dest pê kir, yek ji van pêngavane ye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku înîsiyatîfê çinîna zeviyên nîskan di 27‘ê gulanê de da destpêkirin. Ev xebat dê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê meşandin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar