Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Hikumet dixwaze bi êrîşên siyasî xwe li ser pêya bigire’

Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik helwesta hikumeta AKP û MHP’ê  ya li hemberî HDP’ê wek tolhildanek siyasî nirxand û wiha got: “Ev hikumet dixwaze bi hewldanên nijadperest ên tayînkirina qeyûman, anîna malbatan a li ber HDP’ê û amadekariyên şerek li dijî Rojava li ser pêya bigire.”

Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik tayînkirina qeyûman, anîna malbatan a li ber HDP’ê ku çalakî li dar dixin û amadekariyên şerek muhtemel li dijî Rojava ji ajansa MA’yê re nirxand. Uyanik diyar kir ku tayînkirina qeyûman di nava civakê de bûye sedemê bertekek mezin û wiha got: “Vê desteserkirina bêhiqûqî kes qebûl nake. Biryara tayînkirina qeyûman ji armancek siyasî re xizmetê dike. Hikumeta AKP û MHP’ê ya di hilbijartina herêmî de têk çû niha jî bi rêya darbeyê şaredariyên me ji destê me digire. Ji roja ewil a tayînkirina qeyûman hem gelê me hem jî raya giştî ya navnetewî nerazîbûnek mezin nîşan da. Li dijî zilmê û li ser rêya mafdar 44 roj in têkoşîn û nobeta me didome. Hikumeta AKP’ê û MHP’ê bi tayînkirina qeyûman dide nîşandan dixwaze ku xwe li ser pêya bigire. Lê wê gelê me bersiva pêwîst dîsa bide wan.”

Uyanik da zanîn ku AKP-MHP bi tayînkirina qeyûman dixwaze tola hilbijartina xwecihî ji HDP’ê û hilbijêrên HDP’ê bigire û ev tişt anî ziman: “Em li cihek rast in. Em dibêjin vîna gelê me bi ser her tiştî re ye. Êrîşên siyasî yên li dijî HDP’ê wê demokrasiya Tirkiyeyê ber bi pêvajoyek tengezar ve bibe. Êdî AKP û MHP’ê hatiye wê astê ku nikare tu bendewariyên gel bibersivîne. Lê dixwaze mayîndekirina nijadperestiya xwe bidomîne. HDP û gelê kurd polîtîkayên li dijî wan tên meşandin dibîne û li dijî vê yekê wê têkoşîna me dewam bike.”

‘Gelê me tawîz neda’

Uyanik bal ser anîna hin malbatên li ber avahiya HDP’ê çalakiyê li dar dixin û wiha got: “Bi awayek li dijî hiqûqê êrîş dibin ser hemû destkeftiyên me. Me derbarê malbatan de jî jixwe daxuyanî dabû. Me gotibû her tim deriyê me ji wan re vekiriye û em dikarin derdê xwe bi hev re çareser bikin. Me diyar kiribû ku bi hemû hêzên dewletê re ku tên ber avahiya me çarseriyê bi xwe re nayne. Lê hikumeta AKP û MHP’ê malbatan bikar tîne. Lê vê siyaseta wan jî pûç derket. Gelê me di vî warî de tawîz neda AKP-MHP’ê.”

‘Dê ev gef û polîtîkaya wan bi ser nekeve’

Uyanik bi bîr xist ku hikumeta AKP û MHP her tim tîni ziman ku dê êrîş bibin ser Rojava û ev tişt got: “Hemû dinyayê dît ku gelê kurd li dijî rêxistina DAIŞ’ê ku li serê hemû dinyayê bûye bela çawa şer kir û çawa bi ser ket. Bi saya serê kurdan êdî xetereyek DAIŞ’ê xuya nake. Lê li gel vê yekê dibêjin em ê êrîşî Rojava bikin. Armanca van gefxwarinan ew e ku AKP û MHP dixwaze temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Em ji gel bi bawer in ku wê desetûrê nedin van gefan. Lê bila her kes baş dizanibe wê ev polîtîkaya wan jî bi ser nekeve. ” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar