Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Hikûmet îşkenceyê li girtiyê nexweş Kaya dike

Girtiyê bi navê Sabrî Kaya ku nexweşê giran e û li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Osmaniyeyê dimîne, di nava 20 rojên dawî de 7 caran rakirina nexweşxaneyê. Kaya di 25’ê adarê de krîza dil derbas kir û piştre xwîn çû ser mejiyê wî û 3 caran rakirin beşa lezgîn. Di cara duyemîn de jî bijîşkên di beşa lezgîn de ji bo Kaya got; ‘Rewşa wî başe’ û di 11’ê nîsanê de careke din şandin girtîgehê. Rewşa Kaya li nexweşxaneyê careke din xerab bû û rakirin Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Osamaniyeyê. Malbata Kaya têkildarî rewşa wî ji MA’yê bi Hamdullah Kesen re axivî.

Keça Kaya, Dîlan Kaya diyar kir ku bavê wê di 20 rojan de 3 caran rakirina beşa lezgîn a nexweşxaneyê û wiha got: “Ji ber êşa di sing û zikê wî de 4 caran jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê. Gelo ma heke rewşa wî baş be çima radikin nexweşxaneyê? Em dixwazin ku bavê min baş bê dermankirin. Dema ku krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mejiyê wî, 5 rojan di beşa lezgîn de ma. 5 rojan jî di qawîşa hikûmxaran de ma. Piştre veguhêstin girtîgehê. Her tim dibin nexweşxaneyê û piştre vediguhêzin girtîgehê. Niha dîsa di beşa lezgîn de ye û rewşa wî giran e. Ji me re gotin ku kezeba wî tije av bûye. Şertên girtîgehê li bavê min nayên û nepêkane di halê heyî de baş bibe.”

Bang li raya giştî kir

Kaya da zanîn ku nexweşxaneyê agahî nedane wan û wiha pê de çû: “Em bi derfetên xwe ji rewşa bavê min agahdar bûn. Ji bo ku cezayê bavê min bê taloqkirin me serî li Dadgeha Înfazê ya Osmaniyeyê da. Lê bersiv nedan. Ez naxwazim bavê min bimre. Beriya ku tiştek bi bavê min were dengê me bibihîsin.”

‘Divê demildest bê berdan’

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Îlhan Ongor jî têkildarî mijarê wiha got: “Nepêkane ku Kaya di girtîgehê de bimîne. Bijîşk dibêjin ku ji ber şewba koronayê nikarin Kaya di girtîgehê de bihêlin. Ji ber vê jî bêyî ku bê dermankirin, dişînin girtîgehê. Jiyana Kaya di talûkê de ye. Divê li nexweşxaneyeke baş bê dermankirin. Ji ber rapora ku di got nikare di girtîgehê de bimîne, cezayê wî carekê hatibû taloqkirin. Lê ligel vê jî niha dibêjin dikare di girtîgehê de bimîne. Kaya niha têkoşîna jiyanê dide. Divê demildest bê berdan.” OSMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar