Li gorî rapora wezareta dadê, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 355 girtîgeh hene û li van girtîgehan 282 hezar û 703 girtî hene. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Mafên Mirovan a raporên Saziya Tipa Edlî (ATK), li girtîgehan 458 jê girtiyên rewşa wan giran, bi giştî hezar 334 girtiyên nexweş hene. Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe lê tevî vê jî nayên berdan. Yek ji van girtiyan jî Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê dihat girtin bû. Kaya tevî ku rewşa wî giran bû nehat berdan û di roja ku jiyana xwe ji dest dayî hate berdan. Piştî mirina Kaya, fikarên malbatên girtiyên nexweş zêdetir bûn.
Têkildarî mijarê hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Bi Malbatên Girtiyan re ya Egeyê (EGE-TUHAY-DER) Ahmet Ertaş ji MA’yê bi Rûken Demîr re axivî û wiha got: “Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Ji ber şewba koronayê di serî de girtiyên nexweş û kal, girtî di bin xetereyê de ne. Banga me ew e ku hikûmet, wezareta dadê û parazvanên mafên mirovan bi hestiyarî tevbigerin. Hikûmet polîtîkaya dijminatiyê pêş dixe. Lê em ê bêdeng nemînin.”
Rewşa girtiyên nexweş
Bi domdarî jî Ertaş ev tişt anî ziman: “Hikûmet pêvajoya şewbê weke firsend bi kar anî. Bi qanûna înfazê re girtiyên edlî berdan lê yên siyasî paşguh kirin. Li girtigehên Herêma Egeyê bi sedan girtiyên nexweş ên bi nexweşiyên pençeşêr, dil, kezeb û KOAH’ê ketin hene. Yek ji van girtiyan jî Fatma Ozbey e. Ozbey nexweşa pençeşêra pêsîrê ye. Lê nayê dermankirin. Rêveberiyên girtîgehan bi hinceta vîrûsê nahêle girtî biçin nexweşxaneyê. Girtiyê bi navê Gemgîn Durak ku nexweşê dil e û li Girtigeha Burhaniye ya Balikesîrê dimîne, nayê berdan. Qeyrana dil derbas kir. Lê dîsa jî nayê berdan. Girtiyê bi navê Mehmet Salih Fîlîz (23) li Girtigeha Tîpa T a Odemîşê dimîne û nexweşê pençeşêr û tuberkulozê ye. Hikûmet polîtîkaya tolhildanê dimeşîne. Banga me ya ji bo hikûmetê ew e ku di zûtirin dem de girtiyên nexweş berde.” ÎZMÎR