Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Hikûmeta alman ji bo Îmraliyê bang kir

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût, têkildarî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê girtin, hefteya derbasbûyî pêşnûme pirsek pêşkêşî hikûmeta federal a bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel kiribû. Di pêşnûme pirsa kurt de ev tespîta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) hate bibîrxistin: “Tecrîd li Îmraliyê mayinde bûye û li gel hişyariya sala 2016’an jî hîn guhertin nehatiye kirin.” Gokay Akbûlût di vê der barê de ji hikûmeta Merkel re pirsî bê çi difikire.

Di pêşnûmeyê de îşaret bi astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatan a li Îmraliyê hate kirin û ev pirs hate kirin: “Di hevdîtinên we de yên bi nûnerên hikûmeta tirk re, şert û mercên girtîgeha Îmraliyê tê rojevê yan na?”

Bi navê hikûmetê, Wezîrê Dewletê yê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep.

Divê Tirkiye şertên peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne

Roth bersiveke kurt da pêşnûme pirsê û bersiva wî li malpera înternetê ya Meclisa Federal hate weşandin. Roth ji Tirkiyeyê xwest ku şertên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) bi cih bîne ku ew jî endamekî Konseya Ewropayê ye. Wezîrê alman destnîşan kir ku mafên têkildarî girtî û hikumxwaran ên bi PMME’yê hatine ewlekirin, divê neyên binpêkirin û wiha got: “Hem Yekitiya Ewropayê hem jî Hikûmeta alman a Federal di hevdîtinên bi Tirkiyeyê re bendewariyên xwe yên di vê mijarê de bi rengekî aşkera radigihînin.”

Wezîrê alman Mîchael Roth bal kişand ser rapora CPT’ê ya 5’ê Tebaxa 2020’an a li ser tecrîda li Îmraliyê û xwest ku şertên di raporê de tên xwestin bi cih bên anîn. Wezîr di vê mijarê de jî bi van gotinan bang li rejîma Enqereyê kir: “Mîna ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê ragihand, ji bo dawî li her cûre kiryarên li dijî mirovahiyê û îşkenceyê bê anîn, ji bo malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin, hikûmeta federal bang li hikûmeta Tirk dike.”

‘Divê girtiyên li Îmraliyê karibin hevdîtinê bi hev re bikin’

Wezîrê alman her wiha têkildarî astengiya li ser hevdîtina bi hev re ya girtiyên li Îmraliyê bang li hikûmeta tirk kir ku vê astengiyê rakin.

Xwediyê pêşnûme pirsê parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût jî diyar kir ku ew vê banga hikûmeta Merkel erênî dibînin û wiha got: “Piştî vê bangê divê Almanya bişopîne ku Tirkiye ji bo başkirina şert û mercan û bidawîkirina tecrîdê hewl dide yan na.” BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar