Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hikumeta Almanyayê xwest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe

Hikumeta Federal a Almanyayê xwest tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û karibe bi parêzer û malbata xwe bi rêk û pêk hevdîtin pêk bîne

Çalakya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah daye destpêkirin, ket roja 72’an. Her ku diçe çalakiya Guven li cihanê deng vedide û dibe sedem ku nûnerên gelek welatan bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan bidin. Di vê çarçoveyê de hikumeta alman jî bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bike.

Li ser pirsa parlamenterê Partiya Çepgir a Almanyayê Mîchel Brandt a derbarê tecrîdê de Wezîrê Dewletê yê Almanyayê yê ji karên Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth daxuyaniyeke nivîskî da. Wezîr Roth diyar kir ku CPT’ê di rapora xwe ya par de pirsgirêka ‘pêwendiya bi derve re’ ya girtiyên li Îmraliyê rexne kiriye û wiha got: “Em vê bangê li hikumeta tirk dikin; divê Ocalan karibe parêzer û xizmên xwe bibîne û her wiha em dixwazin hemû astengiyên li pêşiya girtiyên li Îmraliyê werin rakirin.”

Ji çapemeniyê dişopînin!

Roth her wiha li ser rewşa tenduristiya Ocalan jî angaşt kir ku agahî li ber destê hikumeta federal tune ne û ev tişt gotin: “Mîna we em jî ji çapemeniyê rewşa li Îmraliyê dişopînin. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, brêz Ocalan di 12’ê çileyê de birayê xwe Mehmet Ocalan dît û hate ragihandin ku rewşa wî baş e.”

Roth destnîşan kir ku Tirkiye ji ber ku endamê Konseya Ewropayê ye, mîna her mijarê derbarê girtiyan de jî neçar e ku li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere û ev tişt anîn ziman: “Hikumeta federal heta ku jê tê hewl dide dozên li dadgehên tirk bişopîne û ji bo agahiyan werbigire bi nûnerên HDP’ê re di nav têkiliyê de ye.”

Pêşnûmapirsa tecrîdê

Parlamenterê Partiya Çepgir a Almanyayê Mîchel Brandt ji bo hînbûna helwesta hikumeta federal a têkildarî tecrîda li ser Ocalan, pêşnûmapirsek dabû meclisa federal. Pirsa Brandt wiha bû: “Li ser rewşa tendurisitiya Abdullah Ocalan ê li girava Îmraliyê girtî ye, tu agahî bi hikumeta federal re hene? Hikumeta federal dê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê bixe nav tevgerê ji bo dîtina parlamenter Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye?” BERLÎN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar