Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hikûmeta Başûr girîngî nade hunerê

Ciwanên herêma Balekayetî ku di warê huner û muzîkê de afirîner û jîr in ji berk ku hikûmeta Kurdistanê piştgiriya wan neke bi derfetên xwe xebatên hunerî bi pêş dixin. Cîwanên herêmê ji ber vê rewşê bertek nîşanî hikûmeta herêma dan

Li başurê Kurdistanê ji ber helwesta hikûmeta herêmê xebatên çandî nayên pêşxistin û gelek kesên ku aliyên wan ên hunerî xurtin tên paşguhkirin. Ciwanên herêma Balekayetî ku di warê huner û muzîkê de afirîner û jîr in ji Rojnewsê re axivîn û bertek nîşanî helwesta hikûmetê herêma ya ji bo xebatên çandê dan.

Cîwanê bi navê Şêwekar Yelda Mihemed diyar kir ku hikûmet li herêma Balekayetî hunerê paşguh kiriye û wiha got: “Ji ber hikûmeta herêmê girîngî nedaye xebatên hunerî, li Balekayetî li ser erkê hinek kesên afirîner û ciwanan huner hinek bi pêş ketiye. Niha ez bi xwe gelek giringî didim hunera şêwekariyê. Ji bilî muzîkê jî divê giringî ji herêmê re were dayîn.”

Mamostayê Muzîkê Rêbîn Elî jî da zanîn ku li herêma Balekayetî gelek ciwanên afirîner di warê hunerê de hene û wiha axivî: “Lê ji ber ku hikûmet tu giringî nedaye me, em nikarin di asta pêwîst de bi pêş bikevin. Kesên ku bi pêş ketine li ser erka xwe û ji berîka xwe pêş ketine.” Rêbîn Elî di dewama axaftina xwe de got ku hikûmetê tenê çend navendên çandê vekirine, ew jî ji aliyê kesên girêdayî partiyan ve tije bûne.

Bi derfetên xwe xebatên hunerî dikin

Berpirsê Komeleya Hunerî ya Mamerute Şêrwan Xidir jî destnîşan kir ku ev komeleya hunerî ji aliyê komek ciwanan ve hatiye avakirin û wiha got: “Tevî gelek rêxistinên hizbî jî di warê hunerî de timî valahî çêdibe. Ji bo vê yekê me di sala 2011’an de komeleyeke şano û muzîkê ava kir. Ev komeleya hunerî endamên wê ji komek ciwanên bi berhem û afirîner yên herêma Balekayetî pêk tên”

Şêrwan di berdewama axaftina xwe de got ku heya piraniya endamên komeleya wan xwendekar in û ew ji kîsê xwe xizmeta hunerê dikin. Muzîkjen û stranbêj Îbrahîm Mehmud jî got: “Tevî gelek navendên rewşenbîrî hene jî nikarin di warê muzîk û hunerê de xizmetê bikin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar