Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Hikûmeta Başûr girtiyê siyasî Selîmî radest kir û rejîmê jî bidarve kir

Navenda Nûçeyan |

Girtiyê Kurd Mistefa Selîmî ji zindana Seqîz bi komek girtî re reviyabû, piştre ji aliyê hêzên ewlekarî yên Herêma Kuristanê ve hatibûn binçavkirin û wan radestî rejîma Îranê kiribûn. Mistefa ji aliyê Îranê ve hat darvekirin.

Girtiyê siyasî yê kurd Mistefa Selimî di 27’ê adarê de bi gelek girtiyên din re ji Girtîgeha Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê fîrar kir û çû başûrê Kurdistanê. Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku Mistefa Selîmî îro di danê sibehê de li Girtîgeha Seqizê hate darvekirin û rejîmê cenaze daye malbatê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku Selîmî bi komeke girtiyên din re ji Girtîgeha Seqizê fîrar kir û berê xwe dan başûrê Kurdistanê. Rêxistinê destnîşan kir ku Selîmî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Başûr ve hate binçavkirin û radestî rejîma Îranê hate kirin.

Hêzên Başûr paşve şand

Têkildarî mijarê çavkaniyekê jî agahî dan Rojnewsê û got; “Selîmî dema ku bi komeke girtî re fîrar dike, berê xwe dide sînorê başûrê Kurdistanê. Lê li sînorê Pênciwênê ve ji aliyê hêzên Herêma Kurdistanê ve hate binçavkirin. Hêzên Başûr Selîmî careke din şand rojhilatê Kurdistanê. Selîmî li Rojhilat xwe li malekê veşart. Lê xwediyê malê îxbar kir û hêzên rejîmê jî bi ser malê de girtin û Selîmî binçav kirin.”

Selîmî ji sala 2003’yan ve bi îdiaya ‘Endamê hizbeke kurd e’ bi cezayê darvekirinê dihat darizandin. Lê Hizba Demokrat a Kurdistanê, Hizba Demokrat a Kurdistanê ya Îranê û rêxistina Kurdistan a Hizba Komunist a Îranê (Komele) diyar kiribûn ku Mistefa Selîmî ne endamê wan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar