Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hikûmeta Başûr di salekê de tenê çar mûçe dane

Nêzî du meh derbasbûn, lê Hikûmeta Başûr ji nû de dest bi dayîna muçe kir, ew jî ji sedî 21’ê muçe jê hatiye birîn. Parlementerekî Herêmê jî diyar kir ku Hikûmeta Başûr di nava du mehên derbasbûyî de zêdetirî 1 milyar dolar dahat bidestxistiye

Navenda Nûçeyan

Muçeyê ku niha Hikûmet belav dike, Wezareta Darayî dibêje muçeyê meha Cotmehê ye. Lê ji serê salê ve ev dibe muçeyê pêncem ku hikûmetê daye. Dibe ku ev bibe muçeyê dawî ku îsal tê belavkirin.

Di civîna 2’yê Kanûnê ya Desteya Wezîran a Hikûmeta Başûr de hate gotin ku ger Bexda 320 milyar dînar ji bo Hikûmeta Başûr neşîne, wê Hikûmet ji bo dayîna muçe neçar bimîne deyn bike û piştî pere ji Bexdayê jî hat, wê ew pere di ber deynê hatî kirin de were dayîn.

Lê hikûmetê qet behs nekir ka wê çiqas deyn were kirin, yan wê ji kuderê deyn bike û çawan bide? Parlementerên Başûr jî di derbarê mijara deyn de ti agahiyek wan nine. Hikûmet jî bersiva parlementeran a di derbarê deyn de nade.

Endamê Komisyona Enerjî, Çavkaniyên Xwezayî , Pîşesazî û Bazirganî ya Parlamentoya Başûr Dr. Şêrko Cewdet  diyarkir ti zanyariyek wan li ser deynê ku hikûmet bike, nine. Şêrko got, “Ew nizanin wê çiqas pere û ji kuderê were deyn kirin, ji berku hikûmet bi awayek serbixwe kar dike. Ev yek jî li dervey yasayê ye.”

Şêrko Cewdet destnîşan kir ku parlamentoyê daxwaza zelalkirina mijara deyn ji hikûmetê kiriye, lê hikûmetê ti bersivek nedaye.

Li gorî gotina Dr. Şêrko Cewdet, di nava du mehên derbasbûyî de tevî 320 milyar dînarê Bexda şandî, zêdetirî 1 milyar dolar gihiştiye destê Hikûmeta Herêmê. Tenê dahata neftê ya meha 11’an 415 milyon 240 hezar dolar bû.

Ev di demekê de ye ku tenê mûçeyên van herdu mehan hatine dayîn, lê ji sedî 21’yê wan mûçeyan jî hatiye birîn. Xerciya herdu mûçeyan tirilyonek û 343 milyar dînar e. Tevî xerciya herdu mûçeyan ji milyarek dolar zêdetir e jî, hikûmet dibêje ji bo dayîna mûçeyan ew neçarin pere deyn bikin.

Di sala 2020’an de Bexdayê du caran 400 milyar dînar û 2 caran jî 320 milyar dînar ji bo Başûrê Kurdistanê şandiye. Pereyê ku Bexda şandî bi giştî dike tirilyonek û 440 milyar dînar. Ji bilî vê jî ti zanyariyek fermî li ser dahata giştî ya neftê, dahata navxwe û dahata xalên sinorî ya sala 2020’an nehatiye dayîn ka çiqase.

Hikûmeta Başûr ji serê salê ve tenê çar muçe belav kiriye. Her çar muçe jî ji sedî 21’ê wan jê hatine birîn. Di rewşên asayî de ji bo dayîna muçeyê mehek pêwîstiya Herêmê bi 890 milyar dînar heye. Lê bi jê birîna ji sedî 21’ê muçe, pereyê ku ji bo muçeyê mehane tê dayîn daketiye 738 milyar dînar.

Yanî li gorî vê, pereyê ku îsal ji bo muçeyê muçexweran hatî dayîn dike 2 tirilyon 952 milyar dînar. Nîva vî pereyî jî ji aliyê Bexdayê ve hatiye dayîn. Li vê derê pirsa were kirin eve; Çi bi ser aqubeta dahatên din hatiye? Ku tenê di nava du mehên derbasbûyî de zêdetirî 1 milyar dolar dahat gihiştiye destê hikûmetê.

Dr. Şêrko Cewdet got; “Hikûmet ti rapor û zanyariyek li ser dahat û xerciyan nade parlamentoyê. Heft sal in jî yasaya budceyê neşandiye parlamentoyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar