Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

‘Hikûmeta herêmê dadgehê ji bo çewisandina azadiya ramanê bikar tîne’

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (CPT) ya li Herêma Federal a Kurdistanê têkildarî erêkirina cezayê li 5 rojnameger û aktîvîstên Behdînanê hatî birîn ragihand ku hikûmeta herêmê dadgehê ji bo çewisandina azadiya ramanê  bi kar tîne û tenê dadgehê biryara hikûmetê erê kir

Navenda Nûçeyan |

Roja 16’ê Sibata 2021’an  Dadgeha Ceza ya Hewlêrê li her yek Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm 6 sal cezayê girtîgehê birî. Piştî biryarê serî li Dadgeha Temîzê ya Herêma Kurdistanê hate dayîn. Tevî hemû nerazîbûn û bertekên navxweyî û navneteweyî Dadgeha Temîzê ya Herêma Kurdistanê ev cezayê li rojnameger û aktivîstên Behdînanêhatî birin, erê kir. Rêxistina Christian Peacemaker Teams (CPT) ya li Herêma Kurdistanê li ser erêkirina biryarê daxuyanî da.

Di daxuyaniye de wiha tê gotin: “Di roja 6’ê Gulanê de Dadgeha Temîzê ya Hewlêrê biryara nedadperwerî ya cezakirina 3 rojnamegerên serbixwe û 2 aktîvîsan medenî yên herêma Behdînanê ya Herêma Kurdistanê ya Iraqê erê kir. Ew rojnameger û çalakvan bi tometa sîxorkirin û xistina metirsiyan li ser Herêma Kurdistanê tên tewambarkirin. Eyaz Kerem, Şivan Seîd û Hawîwan Îsa ji ber sedema ku li gel konsolosxanan li ser rewşa mafên mirovan û aşkerakirina gendeliya hizbên siyasî û tevlibûna wan a li xwepêşandanên aştiyane bi 6 sal cezayê girtîgehê hatine cezakirin.”

‘Di dîroka sîstema dadwerî de rojek reş e’

CPT’iyê bal kişandiye li ser daxuyaniya parêzer Beşdar Hesen ê parêzeriya rojnameger û aktîvîstên Behdînan dike û wiha tê gotin: “Di dîroka sîstema dadweriya Herêma Kurdistanê de îro rojek reş e. Ev biryar siyasî ye. Ji îro pêde êdî welatî qet nikarin baweriyê bi dadgehan bîne.”

‘Bi biryara siyasî ya PDK’ê hatine cezakirin’

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşankirin: “Sê dadwerên Dadgeha Hewlerê li ser PDK’ê tên hejmartin ku li herêma Behdînanê partiyek desthilat e. Biryar ji aliyê wan ve hatiye erêkirin. Ev yek îspata vê yekê ye ku rojnameger û aktîvîstên Behdînanê li gorî yasa û dadgeriyê nehatine cezakirin, belku li gorî biryara siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hatine cezakirin. Ji ber rexneyên gendeliyê hatin cezakirin. Ev yek jî çewisandina rojnameger û karê civaka sivîl e.”

 ‘Dadgehê tenê biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê erê kir’

CPT’iyê ragihand ku Dadgeha Ceza ya Hewlêrê û Dadgeha Temîzê ya Herêma Kurdistanê tenê biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê û endamên Polîtburoya PDK’ê, erê kir ku wan ji rojnamegeran gotibûn, “Ew ne rojnameger û çalakvan in. Ew sîxorên welatan in û alozker in.”

‘Biryara dadgehêji bo civakê şok bû ‘

CPT’iyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku biryara Dadgeha Temîz ji bo civak, malbatên girtiyan û hemû rojnamegerên serbixwe yên li Herêma Kurdistanê şokek mezin bû. Her wiha hate gotin ger dadgeh nekaribin li hemberî desthilat û tola siyasî ya hizbên siyasî mafê civaka sivîl biparêze, başe wê kî bikare vê yekê bike?

Di dewamê de wiha hate gotin: “Biryara dadgeha Temîz biryara dawî ye. Tenê egerek heye, ew jî lêkolînkirina biryarê ye. Lê ji ber ku di dema dadgehkirinê de ev bûyer rûdaye, şansê guhertina biryarê gelek kêm e.”

CPT’iyê ragihand ku dadgeh di bicihkirina yasaya dosya çalakvan û rojnamegerên Behdînanê de, binketiye. Her wiha CPT’iyê da zanîn ku Hikûmeta Herêmê dadgehan ji bo bêdengkirina dengê azad bikar tîne û wiha hat dawîkirin: “Em weke CPT bi malbatên girtiyên Behdînanê û çalakvanên civaka sivîl re, bang li serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikin, rêz li soza xwe ya ji bo parastian azadiya fikir bigire û desthilata xwe ya ji bo derxistina biryara efûkirinê ya ji bo Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Eyaz  Kerem, Şivan Seîd û Harîwan Îsa bikar bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar