Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Hikûmeta Îranê kampanyayên alîkariyê asteng dike

Jinên Serdeştî ku ji bo mexdûrê erdehejî dixwestin alîkariyê bikin, ji aliyê dewleta Îranê ve tên astengkirin. Jinan gotin; “Ji ber em nikarin bibin alîkar em gelek xemgîn in.”

Erdheja ku navenda wê Mereş û bandor li 10 bajarên Tirkiye, Sûriye û bakur û rojavayê Kurdistan kir, bû sedema ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin, birîndar bûn û bêmal man. Piştî vê erdehejê mirovan ji bo kêm jî be da ku bikarin birînên erdehejzedeyan bipêçin di nav piştevaniyê de ne. Jinên Serdeştê yên rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku  ji bo mexdûrên erdhejê di nava piştivaniyê de ne û hikûmeta Îranê rê nade kampanyayên komkirina alîkariyê.

‘Kampanyayên me yên alîkariyê tên astengkirin’

Çalakvana jin a Serdeştê Sahar Molodî têkildarî kampanyaya ku dixwazin bidin destpêkirin jî got, “Piştî erdheja Bakur û Rojava me fikirî ku ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya komkirina alîkariyê bidin destpêkirin, lê dewleta Îranê destûrê nade. Çalakvan dixwazin piştevaniya mexdûrên erdhejê bikin. Me hewl da ku em kampanyayek ji bo dermankirina birînên gelê xwe bidin destpêkirin, lê niha ji ber ku li Îranê alozî heye, hemû bajar hatine milîtarîzekirin.”

‘Ji ber em nikarin alîkarî bikin em xemgîn in’

Çalakvan Fatemeh Bayzidi jî der barê alîkariyên ku hewl didin bikin wiha got: “Em weke jinên Rojhilat ji me alîkariya gelê xwe yê bakur û rojavayê Kurdistanê nekiriye em xemgîn in. Tenê em di medyaya dijîtal de erdhejê dişopînin û bi xuşk û birayên xwe yên li Almanya re dikevin nav têkiliyan û min ji wan xwest ku bi rêya Heyva Sor a Kurd alîkariya mexdûrên erdhejê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar