Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hikumeta Îsraîlê hilweşiya

Li Îsraîlê hikumeta koalîsyonê ji ber ku di mijara budçeya 2020’î de li hev nekirine, biryara hilbijartina pêşwext hatiye dayîn

Navenda Nûçeyan

Serokwezîr Binyamîn Netanyahu û şirîkê wî yê koalîsyonê Benî Gantzê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ji ber ku nikaribûn di dema diyarkirî de budçeya 2020’î ji meclisê derbas bikin, wê li Îsraîlê careke din hilbijartina pêşwext bê kirin. Hikumeta Îsraîlê ji saet 17.00ê roja Sêşemê pê ve hilweşiya ye.

Divê budçeya salê ji bo pesendkirinê bihata pêşkêşkirin lê ji ber ev yek pêk nehatiye meclîs bi awayekî fermî hatiye betalkirin û pêvajoya hilbijartinê dest pê kiriye. Li Îsraîlê di nav du salan da ev cara çaremîn e ku hilbijartinên giştî tê kirin. Tê pêşbînî kirin wê hilbijartin di meha adara 2021an de bê kirin û heta wê demê jî hikûmeta heyî ya di bin Serokwezîriya Netanyahû da wê li ser karê xwe be.

Hikumeta koalîsyonê ya Netanyahû û Gantz

Netanyahu û Gantz piştî hilbijartina ku di 2 yê adara 2020’î da hatibû kirin ji bo qeyrana li welat çareser bikin biryara damezrandina hikûmeta koalîsyonê dabûn. Hikûmeta ku ji aliye du reqîban ve hatibû damezrandin di meha gulanê de dest bi kar kiribû. Lê hikûmeta koalîsyonê ya ku Netanyahu û Gantzî damezrandine di mijara butçeya 2020’î da li hev nekirine. Netanyahû xwestiye ku bila bi tenê budçeya sala 2020’î derbas bibe lê Gantz jî xwestiye ku bila tevlî ya 2021’ê derbas bibe. Li civîna ku di meha tebaxê de hatibû kirin çi encam bidest nexistibûn û erêkirina budçeyê taloqî kanûna pêşiyê kiribûn.

Li gorî qanûnê heta 23’ê kanûna pêşiyê ya 2020’î divê butçeya salane ji Meclisê derbas bibe û heke ev yek pêk neyê ji mecbûrî hilbijartina pêşwext wê bê kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar