Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Hikumeta Şamê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sucê mirovatiyê dike

Dorpêça li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dibe sedema derengmayîna xebatên hilweşandina avahiyên ji ber erdhejê zirar dîtine, sererastkirina binesaziyê û parastina aştiya giştî. Hikumeta Şamê bi van kirinên xwe sucê mirovartiyê dike.

Li gel dorpêça hikumeta Şamê ya li ser her du taxan û ji ber kêmbûna alavan, çareserkirina pirsgirêka binesaziyê, kanalîzasyon û xetên avê ne ji binî de ye.

Ruxmî karesata erdheja 6′ê sibatê û gelek welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zirar dîtine, lê hikumeta Şamê dorpêça xwe bi dawî nekir, derbasbûna made û alavan asteng dike.

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hewl dide bi hemû derfetên xwe xizmetî welatiyan bike.

Em ê xebatên xwe bidomînin’

Li gorî rapora Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 5 avahî hilweşîn û zirar bi 400 avahiyên din jî bû. Lê bi awayekî lez pêdivî bi hilweşandina 12 avahiyan heye. Ji ber ku li ber gefa hilweşînê ne.

Endazyar û endamê Nivîsgeha Pîşeyê ya Şaredariya Gel Hisên Ehmed got ew di xebatên xwe de dewam dikin, 3 komîte bi çavdêriya endazyarên taybet ku avahî û malên zirar dîtine bişopînin, ava kirin.

′Ji ber ku alav tune hilweşandina 12 avahiyan hatiye sekinandin

Ehmed da zanîn ku piştî serjimariya hatiye çêkirin hat diyarkirin divê bi awayekî lezgîn 12 avahî werin hilweşandin da ku welatiyan biparêzin.

Ehmed destnîşan kir ku tenê xebatên hilweşandinê ji bo dîwarên ser nehatine lêkirin ên li ser avahiyan bû, ji ber ku alavên hilweşandinê tune ne û derfetên şaredariya gel jî kêm in û wiha got: “Piştî malên welatiyan derizîn, welatî berê xwe da kon, hol, dibistan û mizgeftan.”

‘Xeteriya li ser jiyana welatiyan mezin dibe′

Li gel avahiyan, zirarên mezin bi binesaziyê, kanalîzasyon û boriyên avê bûn. Li gorî Ehmed her ku sererastkirina wê dereng ma, dê encamên nebaş li ser jiyana welatiyan çêke.

Ehmed diyar kir ku ger bi awayekî lezgîn xisarên heyî neyên sererastkirin, dê av biherike jêrzemînên avahiyan û hîmên wan û bi xwe re gefên hilweşînê bîne.

Werşeyên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hin boriyan sererast dikin û hinan jî li gorî derfetên xwe diguherînin. Lê ji ber kêmasiya alavan bi destan karê xwe dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar