Ji bo nîqaşkirina aloziya Sûriyeyê, wezîrên karên derve yên Urdin, Iraq, erebistana Siûdî, Misir û hikûmeta Şamê sibê li paytexta Urdin Emanê dicivin. Komîteya ku di civîna li Cedayê hatibû avakirin, dê civînê bi rê ve bibe.
Berdevkê Wezareta Kar û Barên Derve û Koçberan a Urdinê Sînan Mecelî têkidlarî mijarê got: “Ev civîn berdewama civîna şêwirê ya welatên Meclisa Hevkariya Kendavê, Urdin, Iraq û Misirê ye ku 14ʹê nîsana 2023ʹyan li Ceda ya erebistana Siûdî hatibû lidarxistin. Her wiha ev civîn di çarçoveya peywendiyên ku van dewletan bi hikûmeta Sûriyeyê re pêk anîbû û însiyatîfa Urdinê ya têkildarî dîtina çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê de, tê lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye ku ev komîte di encama civîna şêwirê ya wezîrên karên derve yên dewletên Meclisa Tevkariya Kendavê, Misir, Urdin û Iraqê ya 14ʹê nîsanê li bajarê Ceda yê erebistana Siûdî hatiye lidarxistin de, hatibû avakirin.