Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Hikûmetê bi qanûna nû re fermana kuştina girtiyên siyasî da’

Qanûna Înfazê ku ji 70 xalan pêk tê, di meclisê re derbas bû. Lê belê girtiyên siyasî daxilî qanûnê nehatin kirin. Malbatên girtiyên siyasî bertek nîşanî qanûna înfazê dan û diyar kirin ku di mijara girtiyên siyasî de dewlet xwe li bêdengiyê datîne.

Girtiyê bi navê Hasan Topuz li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimîne. Dayika Topuz,  Halîme Topuz da zanîn ku kurê wê 10 salan li Îranê jî di girtîgehê de maye û wiha got: “Li Tirkiyeyê jî 45 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Li girtîgehan tevdîrên vîrûsa koronayê nehatine girtin. Girtî li gorî derfetên xwe tevdîran digirin. Dewlet di mijara girtiyên siyasî de xwe kerr û lal kiriye. Vîrûs li girtîgehan belav bûye û girtiyên ku pê mirin hene. Ji bo diz, tecawizkar û tacîzkaran qanûn derxistin. Lê çima zarokên me daxilî qanûnê nekirin? Xew bi çavên me nakeve.”

Ji 15 saliya xwe ve girtî ye

Kurê Sebrîza Yilmaz, Ramazan Yilmaz jî ji 15 saliya xwe ve girtiye û 60 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Yilmaz niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne. Dayika Yilmaz diyar kir ku kurê wê ev 7 sal in girtî ye û wiha domand: “Ramazan heta niha 3 caran anjiyo bûye û astim pê re heye. Gelo zarokekî 15 salî dê bikare çi sûc bike. Hikûmetê bi qanûna nû re fermana mirina girtiyan da. Ji ber vîrûsê tedawiya kurê min hate sekinandin.”

Bang li dewletê kir

Bi domdarî jî Yilmaz ev tişt anî ziman: “Çiqas diz, kujer û tecawizkar hebin hatin berdan. Rewşa girtiyên nexweş hêj xerabtir e. Em bang li wezîrê dadê û serokomar dikin ku ji bo her kesî wekhev tevbigerin û hemû girtiyan berdin. Her gav li ber hizra me ne û divê êdî dengê me bibihîzin. Guhên xwe li me negirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar