Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Hilbijardeyên çareseriyê

Diyardeyên ku ji demên qedîm heta roja me ya îro hatine, ji bo ravekirina gelek bûyeran ji her tiştî zêdetir bi kêr tên. Ji ber ku ew diyarde, metelok, gotinên qedîm ji ber xwe ve çênebûne, di encama bîreweriyeke kur a civakê givrokî bûne û xwe gihandine heta roja me ya îro. Gelek caran bûyerên ku diqewimin vê diyardeya kevn tîne bîra mirov ku dibêje; ‘Pirsgirêkên îro çareseriyên duh ne.’ Helbet çareseriya îro jî heke ne çareseriyên mayînde û bi kok bin, çendî dem ji ser derbas bibe jî, herî dawî wê dîsa weke pirsgirêkeke zêdetir mezinbûyî derkeve pêşberî me. Ji ber vê, pênasekirina pirsgirêkan û hewldana çareseriyê, weke deynekî me yê dahatûyê divê were destgirtin.

Roja 25’ê Îlona 2017’an, careke din vê rastiyê bi me dide nasîn. Ev dîrok ne dîrokeke dûr e. Bîreweriyeke gelekî nêz e lê di heman demê de di wateya werçerxê de ye ku di encam de di hêla serweriya ax, dîplomasî, siyaset, aborî, têkdana moral û manewiyata gelê kurd û herî xirab jî pejirandina serweriya dewletên dagirkerên Kurdistanê de, karîgeriya xwe heta roja me ya îro bi awayekî dijwar disepîne. Belê di vê rojê de, ji bo parçeyê başûrê Kurdistanê bi daxwaza dewleteke serbixwe referandûmek hat lidarxistin. Bi taybetî PDK bi YNK’ê ku her du partiyên siyasî ne û bi giranî deshilatdariya başûrê Kurdistanê di destê van her du hizban de dimeşe, serpereştiyariya referandûmê kirin. Ji hemwelatiyan pirsa ‘Hûn dixwazin, herêma Kurdistanê û her wiha ew herêmên ku piranî kurd lê ne, bibe dewleteke serbixwe?’ hat pirsîn. Di encama vê lêpirsînê de yên ku deng ji bo referandûmê bikaranîn, bi rêjeya ji sedî 92,73 bi awayê erênî bersiv dan. Lê ji xwe kareseta ku qewimî jî piştî wê referandumê bû. Yekser her sê dewlet, di bin pêşengtiya Tirkiyeyê de bi hinceta nenaskirina encama referandûmê hatin ba hev, bi awayê zimanî jî bi piştgiriya Amerîka zexteke dijwar bi ser herêmê de anîn. Di yek şevekî de bi tevgera leşkerî ya artêşa Iraq û hêza mîlîtar Heşdî Şabî ku Îran palpiştiyê jê re dike ji sedî 51 axa di bin serweriya Herêma Kurdistanê de bû, ji dest çû. Dema ku ev hêz 12 kîlometre nêzî Hewlêrê bû ji hêla zilhêzan ve bi awayekî hatin rawestandin, sînorek hat nîşandan. Lê per û baskên herêma Kurdistanê hat şikandin. Kerkûk, Mexmûr, heta ber bi Şengalê ve hêzên Heşdî Şabî û Iraq bi cih bûn. Tişta balkêş jî ew bû ku piştî vê têkçûnê her du hêzên serdest ên herêmê PDK û YNK’ê ji bo encama ku derket, hevdu tometbar kirin. Bi tometbariya herî xirab, bi îxanetê.

Baş e, çi bû ku ev referandûm hat lidarxistin, bi rastî daxwazeke ji dil bû yan hin alî deshilatdariya herêmê ji bo berjewendiyên xwe ber bi referandûmê ve birin, an jî deshilatdariya herêm bi xwe ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, li ser hestê azadî yê gelê kurd qumerekê lîst? Ev pirs heta niha jî aşkera nebûne, ji ber ku aktorên sereke yên pêvajoyê, ji bo encama derketî tenê hevdu tometbar dikin û weke erkeke dîrokî û niştîmanî heta niha jî derneketîne û şahidiya xwe ya demê bê fikar neanîne ser ziman û rexnedayîna xwe ji gelê kurd re nedane.

Lê pêwistiyeke dîrokî, exlaqî û civakî pê heye ku ev pêvajo bê nirxandin, encamên wê bê dîtin û her wiha cezaya pêwist jî bê dayîn.

Bi taybetî pirsa; PDK çima pêwistiya hemleyeke wiha kir, divê ne tenê di van rojên salvegera referandûmê de her wiha weke erkeke niştimanî û dîrokî were pirsîn. Da ku di nav rûpelên dîrokê de cihê ku heq dike bigire.

Ji ber ku çareseriya nexweş ya sed sal beriya niha, ji bo roja me ya îro jî bi xwe re pêvajoyek bipirsgirêk anî. Ew hêzên ku bi navê kurd siyasetê dikin, di encama siyaseta ku dikin, bi her awayî derbên giran li hest û arezûyên niştimanperweriya gelê kurd dixin. Bi taybetî piştî wê pêvajoya referandûmê bêtir derbe li keramet û hebûna gelê kurd dan. Bêtir di nav destê dagirkerên kurd de bûn amûreke lêdanê. Bêtir di tevgera dagirkirina axa başûrê Kurdistanê de bûne rênîşanerên dagirker. Bêtir ji gelên xwe dûr ketin, bêtir li gorî dilê dijminên gelê kurd tevgeriyan. Bêtir serbixwebûnê ji dest dan.

Lê şikir ku li hemberî vê helwest û sekna xembar û xeternak, rêgeheke me ya din jî heye.  Şahidiya roja me di heman demê de hêz, hişmendî û îradeya guhertina vê rewşê jî bi me dide. Şer û berxwedaniyên newaze ku li her bihosteke axa Kurdistanê diqewime, çareseriya me, xewna azadiya tevahiya gelan û sekna kesayetiya kurdên bi rûmet nîşanî me dide. Vê carê ne çareseriya hêzên serwer, çareseriya axa me ya qedîm li meydanê ye. A girîng hilbijardeya me ye. Em kîjan rêgehê hildibijêrin gelo?

Nûçeyên Têkildar