Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Hilbijartin dîrokî ye gel wê gotina dawî bibêje’

Namzeta parlamenteriyê ya Erzîromê a Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş  got ku: "Hilbijartinên 14 Gûlanê dîrokî ye gelên me wê gotina xwe ya dawî di sindoqan de bibêje.”

Serokwekîla Koma HDP’ê û namzeta parlamenteriyê ya Erzîromê ji Partiya Çep a Kesk Meral Daniş Beştaş ji ANF’ê re axivî û got, “Beriya her tiştî desthilatdariyek heye ku 20 sal in vî karî dike, her qada jiyanê tengav kiriye. Welat bi temamî kir enqazek. Azadiya fikrî, mafê siyasetê, mafê aboriyê, azadî li Tirkiyeyê ketine asta herî nizm.”

Beştaş ragihand ku li welêt ewlehî û azadiya kesî nemaye û got, “Azadiya aborî, şexsî û siyasî ya kesî nîne. Ji aliyê civakî ve tengaviyeke mezin heye. Rêya rizgariya ji vê yekê jî têkbirina vê desthilatdariyê ye.”

Beştaş ragihand ku li hemberî vê desthilatdariyê hêrseke mezin heye û got, lewma hilbijartin dîrokî ye, gel wê gotina dawî bibêje.

‘Wê mîna ANAP, DYP’ê li wan bê’

Beştaş işaret bi girîngiya wê yekê kir ku Partiya Çepên Kesk bi xurtî bikeve meclîsê û destnîşan kir ku ji bo wan a herî girîng hilbijartinên meclîsê ye.

Beştaş got, “Em hewl didin di asta herî berfireh de temsîliyetê bikin. Hem li bajarên kurdan hem jî li her herêmeke Tirkiyeyê. Çima? Ji ber ku em jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê, şert û mercên wekhev û azad diparêzin. 100-120 wekîlên ku em bi dest bixin wê gelekî girîng bin. Ji ber ku desthilatdarî wê bikeve, bihele, parçe bibe; ya ku wan bi hev ve girê dide rant e. Dema ku ji desthilatdariyê ketin, tiştek wê nemîne ku wan bi hev ve girê bide. Wê mîna ANAP, DYP’ê li wan bê. Ji ber vê yekê jî gelekî girîng e ku îradeya gel li meclîsê bi cih bibe. Zemînek wê ava bibe. Em hewl didin ku bajaran bi temsîliyeta xwe bişînin Enqereyê. Ji aliyê guhertina destûra bingehîn û karnameyên heyî ve gelekî girîng e ku em bi xurtî bikevin meclîsê.”

‘Jiber rewşa nediyar ya Îmraliyê fikarê me hene’

Beştaş diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bêhiqûqiya herî mezin a li welêt e û wiha dewam kir: “Tecrîd bêhiqûqiya herî mezin a li vî welatî ye. Çima? Ji ber ku qanûn gelekî aşkere ne; girtî, hikumxwar kî dibe bila bibe mafê xwe yê hevdîtinê heye. Mafê xwe yê axaftina bi telefonê, şandina nameyan, hevdîtina bi malbatê re, mafê xwe yê hevdîtina bi parêzeran re heye. Li tu devera cîhanê ev maf nehatiye astengkirin. Li hucreyê jî be têkiliya xwe ya bi derve re nehatiye qutkirin. Li Îmraliyê mîna ku em timî dibêjin, tu têkiliyeke Birêz Ocalan bi derve re nehatiye hiştin. Li wir e ne li wir e? Dibe ku li girtîgeheke din be. Nexweş e, baş e? Naxwazim bibêjim, lê dijî? Ji ber ku dengek ji wir nayê. Lewma bêhiqûqiyeke ewqasî mezin nabe. Ev yek îşkence û zilm e li gel û malbata wî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar