Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Hilbijartin, rêgezên HDP’ê û deklarasyona 27’ê îlonê

Hilbijartina 2023’yan bi her awayî bandora xwe li ser rojev û siyaseta Tirkiyeyê dike. Hemû hesabên desthilatî û partiyên muxalefetê li ser vî esasî tên avakirin. Di sedsaliya Komara Tirkiyeyê de hilbijartina 2023’yan dê bandoreke mezin li ser çarenûs û siberoja Tirkiyeyê bike.

Beriya hilbijartinê hemû hesabên desthilatiyê li ser bêbandorkirina HDP’ê tên kirin. Girtin, reşkirin û tengkirina qada siyaseta demokratîk û dorpêçkirina HDP’ê stratejiya bingehîn a hilbijartinê ye.

Hesabên desthilatiyê, nêzikatiya li HDP’ê aşkera ye. Lê HDP jî siyaset û stratejiya xwe ya serdema nû, bi vê hişmendiyê dimeşîne. HDP li hemberî astengkirina qada demokratîk, rêxistina xwe berfireh dike.

Ev demeke dirêj e, HDP ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî û ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, li her aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê li gund û bajaran, li tax û deveran serdanan dike, civînan bi gel re li dar dixe, hevdîtinan bi rayedarên rêxistinên civaka sivîl re dike, guh dide daxwazên karker, kedkar û esnafan. Ji jinan heta ciwanan, hewl dide ku xwe bigehîne hemû pêkhateyên civakê.

HDP’ê beriya kongreya xwe ya mezin a 3’yê tîrmehê, hemû mekanîzmayên partiyê karîger kir. Bi konferans û kongreyên herêmî, dînamîkên partiyê çalak kir. Guhdariya hemû deng, nêrîn, nirxandinan dike û stratejiya xwe ya nû ava dike.

Di van hevdîtinan û di kongre û konferansan de careke din hat dîtin ku pirsgirêkên ji ber polîtîkayên şer, pandemî, aborî, cudakarî û ewlehiyê, bi her awayî xisareke mezin li ser jiyana gel kiriye. Daxwaza gel a sereke û lezgîn, guhertina vê rewşê ye. Ji bo wê jî hêviyeke mezin ji HDP’ê heye. Ji bo destpêkeke nû, bendewariyeke mezin ji HDP’ê heye.

HDP’ê di 10 saliya xwe de azmûneke mezin ji bo siyaseta Tirkiyeyê da. Li hemberî êrîşên li ser qada siyaseta demokratîk israra xwe ya siyaseta demokratîk berdewam kir. Hem ji ber siyaseta otorîter a AKP-MHP’ê hem jî ji ber karekterê faşîst û nijadparêz ê muxalefetê rê û xeta 3’yemîn ava kir û alternatîfeke nû pêşkêş kir û xebatên xwe li gorî wê meşand.

Kiryar û bernameya AKP-MHP’ê ya derbarê siberoja Tirkiyeyê de aşkera ye. Lê muxalefet jî di warê pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî de ji wan xirabtir e. Heta niha bername û stratejiyeke ku bikaribe dergeh û riyeke nû veke nehate avakirin. Di gelek mijaran de azmûneke xerabtir ji desthilatiyê tê dayîn.

Di 27’ê îlona 2021’an de HDP’ê deklarasyonek belav kir û tê de helwesta xwe ya derbarê hilbijartinê de diyar kir û rêgezên xwe yên sereke ragihand. Di wê deklarasyonê de hem stratejiya xwe ya derbarê desthilatiya AKP-MHP’ê hem jî ya muxalefetê de bi awayekî zelal aşkera kir. Nêrîn û helwesta xwe ne li ser kesayetan lê li ser rêgezan diyar kir.

Demokrasiyeke bihêz, darazeke serbixwe, esasgirtina îradeya gel û redkirina dagirkeriya qeyûman, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk, azadî û wehveviya jinan, terikandina polîtîkayên şer, parvekirineke adil û demokratîk, rawestandina talana xwezayê, avakirina jiyaneke azad ji bo ciwanan û civakê, çêkirina qanûneke bingehîn a demokratîk, misogerkirina mafên bingehîn a kurdan, elewiyan û hemû pêkhateyên civakê, xalên bingehîn ên wê deklarasyonê bûn.

Di vê qonaxa giring a Tirkiyeyê de HDP’ê rêbaz û helwesta xwe ya derbarê siyaset û siberoja Tirkiyeyê de aşkera kir. Hemû rêgez û daxwazên HDP’ê daxwazên demokratîk û gerdûnî ne û li ser aştî, aramî û wekheviyê hatine avakirin. Redkirina wan redkirina aramî û aştiya Tirkiyeyê ye.

HDP mîrateya têkoşîneke bi salan e. Mifteya siberoja azad û wekhev a Tirkiyeyê ye. Kî û çi alî dibe bila bibe, heta ku rêgezên HDP’ê neyên qebûlkirin dê piştgiriya tu aliyan neke û siyaseta xwe bimeşîne. Riya HDP’ê vekirî ye, fikriyata HDP’ê bingeha sereke ya rê û dergeheke nû ye ji bo Tirkiyeyê.

Nûçeyên Têkildar