KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Hilbijartin û serhildana Wanê

Hilbijartina 31’ê Adarê ya 20242an di rewşeke awarte de pêk hat. Mirov dikare bêje hilbijartineke pir xerab bû. Ji ber ku hîle û sextekariyên dewletê zêde bûn. Dewletê her tim hîle û sextekarî kirine. Lê vê carê nedişibiya yên berê. Ji ber ku vê carê hîleyên dewletê eşkere bûn.
Li ber çavê her kesî hîle kirin û dîmenên wê jî hebûn. Deh hezaran esker û polîs biribûn Kurdistanê û bi wan kesan deng bi kar anîn. Li dijî wan qeyûmên seyar jî helwesta kalemêrekî ji Şirnexê jî hêja bû. Li nava çavê wan dagirkeran dinêrî û digot; ka biaxive tu ji ku ye ? Ev wêneyê sedsalekê bû. Ji ber ku ew der axa Kurdistanê bû û çi karê wan dagirkeran li wir hebû. Vê yekê bala her kesî kişand û wekî sembola hilbijartinê hat dîtin.
Hilbijartineke zor û zahmet bû, lê encama wê xweş bû. Ji bo Dem Partî di rewşa faşîzmê de encamek erênî bû. Dewletê çiqas derfetên zor û zilmê hebûn bi kar anîn. Wekî din li bajarên Kurdistanê jî şerekî taybet di ser namzetan re meşandin. Lê tevî vê yekê jî dewletê nekarî encama dixwest bi dest bixe.
Dem Partî li Kurdistanê bi serket û tiliya xwe xist qula çavê AKP û MHP’ê. Li bajarên Tirkiyeyê jî bi stratejiyeke nû bi faşîzmê da wendakirin. AKP piştî 22 salan ango ji roja hatibû ser desthilatdariyê cara pêşî bû ku êdî ne partiya yekemîn bû. Ev yek jî bi saya Dem Partî çêbû. Dem Partî pişta AKP’ê ango pişta faşîzmê şikand.
Erdogan ne li benda encamek wiha bû. Ji ber ku AKP hem li Kurdistanê, hem jî li bajarên Tirkiyeyê şaredariyên sereke ji dest berdan. Tevahî şaredariyên li Wanê ketin destê Dem Partî. Li Mûş, Agirî, Riha û Êlihê serketinek dîrokî hebû. Erdogan xwe li vê yekê ranegirt û dest li Wanê werda.
Pêşî mazbata şaredariya bajarê mezin dan namzetê AKP’ê. Lê di serî de xelkê Wanê, li Kurdistanê serhildanek mezin ji bo Wanê çêbû. Xelkê dizanîbû ku careke din siyaseta qeyûman di dewrê de ye. Kurdistaniyan digot eger ew Wanê berdin, wê tevahî şaredarî ji dest biçin. Li Wanê û ji bo Wanê serhildaneke mezin çêbû. Dewletê jî ev yek dît û ji vê
serhildanê tirsiya, lewma neçar ma ku mazbata şaredariyê careke din li Dem Partî vegerîne.
Hilbijartina 2024’an ji bo AKP’ê bû qonaxa dawî. Kurdistaniyan jî ev yek dîtin û li seranserê Kurdistanê pîrozbahiyên bi heybet pêk anîn. Li aliyekî çûyîna qeyûman, aliyekî têkçûna AKP’ê, li aliyekî jî serketina îradeya gel pîroz kirin.
Ev yek jî nîşanî me dide ku eger berxwedan hebe û her kes bi hevre rabe wê encamekê bi xwe re bîne. Ji meha Adarê û şûnde Kurdistan û têkoşîna kurdan ket qonaxeke din. Newroza îsal û encama hilbijartinê bi heybet bû. Ya esasî jî her kes bû şahidê têkçûna AKP’ê. Ev yek wê bibe rênîşaneya ji bo salê. Eger kurd û Kurdistanê û civaka Tirkiyê vê firsendê baş bi kar bîne û yekîtiya xwe pêk bîne, wê bi carekê re dawî li hebûna faşîzma AKP û MHP’ê bînin. Bi vî rengî bihareke rengîn li pêşiya me ye.

Nûçeyên Têkildar