Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Hilbijartin wê bandorê li tevahiya herêmê bike

Rojnameger Îkram Balekanî diyar kir ku têkçûna PDK'ê di hilbijartinan de wê ne surprîz be û wiha axivî: “Ev hilbijartin dê ne tenê bandorê li têkiliyên Kurdistana Federe bike, her wiha wê li têkiliyên navbera Rojava, Şengal û bakurê Kurdistanê jî bike. Gavên ku ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd tên avêtin dibe ku hevsengiyên siyasî yên li herêmê biguherînin.”

Ji bo hilbijartina li Herêma Kurdistana Federe ku wê di 20’ê cotmeha 2024’an de bê lidarxistin, çend roj man. Hilbijartina ku di serdemeke ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û xebatên avakirina baregehan didomin de bên lidarxistin, beriya niha bi hincetên cuda hatibû taloqkirin. Li herêma ku PDK lê desthilatdar e, ji ber qeyrana aborî, gendelî û hêrsa kombûyî ya gel a li hemberî hebûna Tirkiyeyê ya li herêmê, tê payîn ku ji hilbijartinê encamên cuda derkevin holê.

Rojnameger-Nivîskar Îkram Balekanî li ser rewşa heyî ya Herêma Kurdistana Federe û hilbijartinên pêşwext axivî.

Balekanî îşaret bi wê yekê kir ku tu hilbijartinên berê li herêmê di dema xwe de nehatine kirin û tekez kir ku hilbijartinên sala 2022’yan 4 caran hatine paşxistin. Balekanî got: “Bi destwerdana Dadgeha Federal a Iraqê re hat gotin ku ‘Gava li welêt şer an jî karesatek tune be, taloqkirina hilbijartinan kêfî ye’ û daxuyaniyên wekî divê demildest hilbijartin bên kirin. Vê rewşê nezelaliyeke mezin di nav gel de çêkir û dadgehê jî mafê lidarxistina hilbijartina li Herêma Kurdistanê bi dest xist. Nelirêtî û sextekariyên di hilbijartinên borî de, baweriya gel a bi hilbijartinan şikand. Bi taybetî zext û rêbazên sextekarî yên komîsyona hilbijartinê ya di bin kontrola PDK’ê de li dijî partiyên muxalefetê pêk anî, xwesteka gel a ji bo çûna ser sindoqan kêm kir. Di vê çarçoveyê de ji bo avakirina baweriya dengdaran divê gavên cidî bên avêtin.”

Balekanî bi bîr xist ku di hilbijartinên dawî yên li Iraqê de ji sedî 70 zêdetir gel neçûye ser sindoqan û bal kişand ser wê yekê ku ev rewş tirsên PDK’ê zêdetir kiriye. Balekanî têkildarî tedbîrên ku der barê beşdarbûn û ewlehiya hilbijartinê de hatine girtin jî ev tişt anîn ziman: “Heya niha zêdetirî milyonek kes karta hilbijartinê wernegirtiye û navê xwe tomar nekiriye. Em dikarin bibêjin ku partiyên siyasî girîngiya beşdariya gel fêm kirine. Pispor balê dikişînin ser girîngiya beşdarbûna hilbijartinan û tekez dikin ku vê carê gel li guhertinan digere. Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê ragihand ku wan 60 hezar kes li ser dengdanê perwerde kiriye, lê hilbijartin dê di bin çavdêriya 9 welat û 8 rêxistinên navdewletî de were kirin. Hilbijartin wê bi rêbazên biyometrîk û klasîk bên kirin û tedbîrên ewlehiyê bên zêdekirin. Di roja hilbijartinê de dê kamerayên ewlehiyê li salonên dengdanê bên danîn û karbidestên sindoqan dê di bin kontroleke zêde de kar bikin.”

Balekanî bal kişand ser wê yekê ku YNK li ser pirsgirêkên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê peyamên xurt daye û got ku êrişên Tirkiyeyê û helwesta wê ya li hemberî wan di nava raya giştî de rastî bersiveke erênî hat. Balekanî got: “Serokê YNK’ê Bafil Talebanî projeyên ku dê bala ciwanan bikişîne pêşniyaz dike. Projeyên wê bi taybetî ji bo ciwanan û peyamên wê yên li ser beşdarbûna jinan di jiyana siyasî de cihê YNK’ê di nava civakê de xurt dike. Her wiha bi dirûşmeyên xwe yên ku li ser medyaya civakî deng vedide, balê dikişîne. Kampanyayên ji bo kişandina bala ciwanan piştgirî didin hewlên YNK’ê yên ji bo berfirehkirina binkeya dengdêran. Hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re di nava raya giştî de fikaran çêdike. Dagirkirina gund û zeviyên çandiniyê yên Behdînaniyan kir ku eşîr hêrs bibin. Dengên ku Barzanî berê li Behdînanê stendin, vê carê ji ber ku haya raya giştî ji diziyê heye, di bin metirsiyê de ne. PDK ji bo xelasiya ji vê rewşê hewl dide zêdetir propagandayê bike. Lêbelê, eşkere ye ku wê di çavê raya giştî de pêbaweriya xwe winda kiriye.”

Balekanî diyar kir ku di van hilbijartinan de nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de di rojevê de ne û YNK’ê bi serkeftinên dawî yên li Kerkûk û Mûsilê baweriya bi xwe zêde kiriye. Balekanî got: “YNK’ê hêvî dike ku PDK’ê têk bibe û hikûmetê bi dest bixe. Bi taybetî hilbijartina sala 2024’an wekî firsendeke ji bo pirskirina hêza PDK’ê tê dîtin. PDK, niha di pozîsyona parastin û pasîf de ye. Nakokiyên di nava wê de lawaziya PDK’ê derdixe holê. Bi taybetî jî derketina Şêx Edem Barzanî ji PDK’ê vê rewşê hîn geremolî kir. Nêzîkatiya Nêçîrvan Barzanî ya li hemberî vê veqetînê, şerê desthilatdariyê di nava PDK’ê de zêde dike. Qelsbûna desthilatdariya PDK’ê motîvasyona partiyên din jî zêde kir. Di demeke ku YNK bi serketinên Kerkûk û Mûsilê baweriya bi xwe zêde kir de, bi eşkerekirina sextekariya hilbijartinên berê yên PDK’ê hewl dide piştevaniya raya giştî bi dest bixe. Stratejiyên YNK’ê, di vê hilbijartinê de li ser têkbirina PDK’ê hatine avakirin.”

Balekanî ku der barê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistana Federe de jî agahî dan, got: “Tevgera Goran ji ber nakokiyên navxweyî qels bûye û nezelaliya wan a der barê beşdariyê de berdewam e. Ji ber ku di hilbijartinên berê de nekarî baweriya gel bi dest bixe, di şert û mercên niha de Tevgera Goran dê çi helwestê nîşan bide, nediyar e. Ji aliyê din ve Partiya Nifşê Nû ji ber ku di hilbijartinên berê de nekarî bi awayekî xurt ji raya giştî re xwe bide der, bi rewşeke zehmet re rû bi rû ye. Tê fikirîn ku YNK jî bi peyamên Bafil Talebanî yên kurdî bandorê li dengên Goran û Yenî Nesîlê bike. Tê payin ku li herêma Behdînan hejmareke zêde ya parlamenteran derkeve holê. Wekî namzet nîşandanan çalakgerên li girtîgehan nîşan dide ku dibe ku atmosfera siyasî ya li herêmê biguhere. Ev rewş her çend di nava raya giştî de bersiveke erênî dibîne, di heman demê de dibe sedema lêpirsîna pêkhateyên kevneşopî yên di bin kontrola PDK’ê de. Çalakiya siyasî ya li Behdînanê jî bi wê yekê ve girêdayî ye ku gelek dengdêr li alternatîfeke nû digerin.”

Balekanî diyar kir ku têkçûna PDK’ê di hilbijartinan de wê ne surprîz be û got ku dînamîkên siyasî yên li herêmê desthilatdariya PDK’ê zehmet dikin. Balekanî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev hilbijartin dê ne tenê bandorê li têkiliyên Kurdistana Federe bike, her wiha wê li têkiliyên navbera Rojava, Şengal û Bakurê Kurdistanê jî bike. Gavên ku ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd tên avêtin dibe ku hevsengiyên siyasî yên li herêmê biguherînin. Di pêvajoya piştî hilbijartinê de wê çawa hevsengiya hêzê ya li herêmê û lêgerîna yekîtiya neteweyî çêbibe, wê ji bo pêşeroja gelê kurd xwedî girîngiyeke krîtîk be. Ev nediyarî û gengeşe wê di hilbijartinên 20’ê Cotmehê de zelal bibin û wê serdemeke nû ya siyasî dest pê bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar