Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Hilbijartin wê ji bo siyaseta derve çi bi xwe re bîne

Rojnamevan û nivîskara lubnanî Zêna Mansûr têkildarî hilbijartinên Tirkiyeyê nirxandin kir û got: "Siyaseta ku ev deh salin dide meşandin êdî tu rêkê wê nemaye bê domandin. Lewra serokkomarê nû yê wê bê hilbijartin wê karê wî ewqas hêsan nebe."

Siyaseta derve ya Tirkiyeyê yek ji sernavên sereke yên pêşbirka di navbera tifaqa Cumhur û tifaqa Millet de ye. Mûxalefeta Tirkiyeyê ji siyaseta derve ya hikûmeta heyî ne razî ye û beriya hilbijartinan ji bo gelek mijaran bi taybet ji bo mijara Sûriyeyê, soza guhertina siyasetê dabû

Mûxalefeta Tirkiyeyê her tim siyaseta derve ya Enqereyê di serdema AKP`ê de rexne dikir û soz dabû ku eger bi ser bikeve dê siyaseta xwe ya derve biguherîne, têkiliyên bi rojavayiyan re xurt bike û hêzên xwe ji hin welatan vekişîne.

Gelo dê siyaseta derve ya Tirkiyeyê piştî hilbijartinan çawa be, welatên rojavayî dê çawa nêzîkî wê bibin, ew ê çawa nêzî mijara Sûriye, penaberan û welatên din ên ereban bibin?

Rojnamevan û nivîskara lubnanî Zêna Mansûr têkildarî mijarê ji ANHA re axivî. Zêna got, gelek dosya li pêşiya serokkomarê nû yê Tirkiyeyê hene, bi taybet dosyaya penaberên sûriyeyî û vegerandina têkiliyên bi hikûmeta Şamê re.

Zêna Mansûr anî ziman ku ev 12 sal in rejîma Erdogan piştgiriyê dide opozîsyona Sûriyeyê, Sûriyeyê xira dike û herêmên wê dagir dike û wiha dom kir: “Ev yek bi armanca paqijkirina herêmên kurdan ên li Sûriyeyê û bicihkirina ereb û tirkmenan li şûna wan tê kirin. Eger Erdogan bi ser keve, dê hewldanên normalîzekirina bi Esed re berdewam bike.”

Zêna wiha dom kir: “Kemal Kiliçdaroglu ji bo hikûmeta Şamê vebijêrkê herî guncaw e. Kiliçdaroglu soz dabû ku ew ê têkiliyên Enqere bi komên çekdar ên Sûriyeyê re qut bike û destekdayîna ji bo wan rawestîne, ev jî bendekî sereke ye yê diyalogên bi Esed re ye. Her wiha Kiliçdaroglu, herî zêde 2 sal ji bo vegerandina penaberên Sûriyeyê li welatê wan diyar kir.”

Zêna bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û Îranê yên di serdema Erdogan de jî û ev nirxandin kir: “Ev têkilî di demên dawîn de di navbera dostanî û dijminahiyê de bû, nemaze ku di mijara Sûriyeyê de nakokiyên bingehîn hebûn. Di mijara Nagorno-Qerebaxê de jî siyaseta firehkirina valahiyê ya di Îran û Komara Azerbaycanê de heye.”

Rojnamevan Zêna Mensûr diyar kir ku siyaseta derve ya Tirkiyeyê di 10 salên dawîn de xwe dispart rêgezên sabit wekî cografiya siyasetê û pêwîstiyên siyaseta hundirîn a welat û got: “Texmîn nakim ku Kiliçdaroglu guhertineke mezin di têkiliyên welatê xwe bi Îranê re çêbike.”

Girêdayî têkiliyên Tirkiye û DYA’yê jî, Zêna Mensûr destnîşan kir ku têkiliyên heyî yên Tirkiye-Amerîkayê ne mayînde ne, ji berjewendiya herdu welatan ye ku di dema pêş de diyalogên vekirî û durist pêk bînin da ku karibin aloziya baweriyê û nakokiyên xwe derbas bikin.

Zêna derbarê Rûsyayê de jî ev tişt anî ziman: “Rûsyayê di salên dawîn de têkiliyên xurt û hesas bi Tirkiyeyê re danîn. Rûsya bi Tirkiyeyê re mudaxaleyî Sûriye, Ukrayna û Qerebaxê dike.”

Diyar e ku encamên hilbijartinê dê bandoreke rasterasat li siyaseta derve ya Tirkiyeyê bike. Ev çend sal in Tirkiye destwerdana siyasî û leşkerî li herêmê dike. Li Sûriye, Iraq û Lîbyayê destwerdana leşkerî dike û şêwiran û destekê dide Azerbayan, Somalya û Qeterê, her wiha çek û dronan difroşe hin dewletan. Mîsyona serokkomarê bê wê ne hêsan be. Eger Erdogan dîsa bibe serokkomarê teqez wê mîna berê nêzî dosyayan nebe, lê ji bo Kemal Kiliçdaroglu eger bi serkeve, guhertina siyaseta ku 20 sal in tê meşandin dê ne karekî hêsan be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar