Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...

Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...
Çarşamba - 6 Kasım 2024

Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...

Hilbijartina Başûr…

Li başûrê Kurdistanê, ji ber ku PDK’ê qebûl nedikir ev çend sal bûn hilbijartin pêk nedihatin. Yanî rêveberiyeke nerewa li ser kar bû. Ji ber zextên hûndir û derve, PDK jî neçar ma ku hilbijartinan bike. Lê dema ku em dibêjin hilbijartin, her kesê Başûr û PDK’ê nas dike, dizane ku em behsa hilbijartinên ‘normal’ nakin. Li Başûr hêza du partiyan a leşkerî heye: PDK û YNK. Lê hemû hêza darayî, qanûnî û siyasî di destê malbata Barzanî de ye. Ji fermandarên artêşê heta saziya sîxûriyê/Parastinê ya hevkara MÎT’ê, ji şirketên bibandor heta serokatiya herêmê hemû di destên kesên paşnavê wan Barzanî de ne. Ji bo Bakuriyên ku Başûr nas nakin, em dikarin bêjin, li vir teqlîdeke rejîma AKP-MHP’ê ya xirab heye. Çawa ku li Bakur jî sazî û dezgehên girîng hemû di bin destê faşîstên AKP-MHP’yî de ne, yên hûremûrk jî didin terîqet û kesên girêdayî wan; li Başûr jî xanedaniya Barzaniyan serwer e. Ew weke yên din pêwîst nabînin partiyê jî derxin pêş, yekser seltenata Barzaniyan dimeşînin.

Di encamê de dema ku êdî malbata Barzaniyan hew karîn ji hilbijartinê birevin, xwe avêtin bextê tifaqa JÎTEM’ê ango AKP-MHP-Ergenekon-Hîzbûlkontra. Yên ku pêvajoya propagandayên hilbijartinê şopandibin û hinekî di nav gel de geriyabin, teqez hevşibîna AKP-PDK’ê dîtine. Bi taybet Mesrûr Barzanî, her roj herî kêm li cihekî temelekî formalîte diavêt. Her roj bi nûnerê hinek dewletan re hevdîtin dikirin. Propagandaya ku wê “pere werin” dikir. Siyaseteke olperest a çors meşandin. Pîrozbahiyên Rojbûna Hz. Muhamed, îsal ji hemû salan zêdetir kirin rojev, tevlîbûn. Yên ku dest danîne ser dahat, mal û mulkên gelê me; gund û warên welat ên bihûştî pêşkeşî artêşa dagirker û qirker kirî, bi şêwaza sedeqê xwarin, kel û pel li gel belav kirin.

Di ragihandinê de derveyî YNK’ê û Newaya Nû, tu partiyan derfet nedît ku derkevin di televîzyon û mecrayên bibandor de propagandayê bikin. YNK û Newaya Nû, bi hêza xwe dikarîn wê tarîtiya li ser partiyên din biçirînin. Di şert û mercên ev qasî ji edalet û heqaniyetê dûr de, hilbijartin pêk hatin. Li gorî hilbijartinên berê dîsa jî gelê me yê Başûr bi rêjeya %72’yan tevlî hilbijartinan bûye. Bêguman sedemeke vê, ragihandina komîsyona hilbijartinê ya navendî bû ku, vê hêviya venêrînê û hilbijartineke rasteqînî da gel. Lewra weke salên berê bûya, ez bawer dikim rêjeya tevlîbûnê ne digihaşte ji %40-50 jî. Ji aliyekî ve qeyrana aborî, zêdebûna gendeliyan, rêveberiya xemsar, zordar, hevkara dagirker, qirkeran kir ku gel ji bo bertekên xwe raber bike biçe ser sindoqan. Ji aliyê din ve jî propagandaya YNK’ê û Newaya Nû, bandor li ser rêjeya tevlîbûna hilbijartinan kir. Bi qasî ku me şopand û agahiyên hatî encama hilbijartinan wiha ne:

•PDK: Berê ji 111 parlamenteran 45 girtibûn, vê carê ji 100 parlamenterî 40 girtin. 3 kursiyên Xiristiyan û Tirkmenan jî ji wê re ne. Yanî dibe 43. Wate, venerîneke herî lawaz jî kariye PDK’ê bihelîne, lê dîktatoriya PDK’ê, serweriya xwe parastiye.

•YNK: Berê ji 111 parlamenteran 21 girtibûn, vê carê ji 100 parlamenterî 23’ê girtin. Yanî di asteke jor de nebe jî, serkeftî ye. 2 Tirkmen û Xiristiyan jî ji wê re ne, dibe 25.

•Neweya Nû: Hejmara parlamenterên wê ji 8’an derkete 15’an. Dixuye ku sermayeya Brîtanya û propagandaya “serbixwe” bandor li hilbijartinan kiriye.

•Goran: Ji 12’an, ma 1 . Berdêlê hevkariya bi PDK’ê re da, tine bû!

•Yekgirtû: Hejmara parlamenterên wê 5 bûn, derxist 7’an.

•Helwest: (Ji Goran qutbûbû) 4 parlamenter qezenc kirin.

•Komel: Ji 7 parlamenteran dakete 3’yan.

•Bereya Gel (Lahor, ji YNK’ê hatibû dûrxistin): 2 parlamenter girtin.

Mam Celal gotibû, “PDK bi Çînê re jî bikeve hilbijartinê wê bi ser bikeve.” Lewre hilbijartineke weke tê zanîn nayê kirin. Her wiha PDK, di hûndir û derveyî Kurdistanê de bi şêwazê gendeliyan bi dehan milyar dolaran bi dest dixe. Ji van pereyan bi dehan milyon dolaran di xebatên lobiyê de xerc dike, da ku di hûndir û derve de zêde nerazîbûn û îtîraz dernekevin. Ev jî heta astekê bandor dike.

Dîsa jî li gel ku tifaqa AKP-MHP-Ergenekon-Hîzbûlkontra, bi hemû hêza xwe piştgiriya PDK’ê û Tirkmenan kirin, encamên dixwestin bi dest nexistin. Destpêkê li Kerkûkê têk çûn. Di rastiyê de di hilbijartinên Başûr de jî têk çûn. Li ser kaxezê weke PDK bi ser ketibe, tê nîşandan. Lê ne wisa ye.

Rêjeya tevlîbûnê zêde bûye. Hinek angaşt jî hene, tê gotin ku PDK’ê jî weke rêxistina Fetullah Gulen û AKP-MHP’ê, rayên hemwelatiyên neçûyî ser sindoqan jî ji bo xwe bi kar anî ye. Bi vî awayî partiyên din rayên xwe diparêzin, lê ji ber ku ew bi sedhezaran rayên nehatî bikaranîn ji xwe re bi kar tînin, weke ku wan qezenc kiribe nîşan didin.

Di encamê de yên di vê hilbijartinê de windakirî; PDK-Komara Tirk/Tirkmen, Goran, Yekgirtû û Lahor in. YNK jî di asta dixwest de bi ser neketî ye. Di van encaman de giranî û siyaseta Îranê ya li herêmê jî bandorker bû.

Li Başûr yên ku hewil bidin weke PDK an jî YNK’ê lê werin, teqez yê winda bikin, mînaka zindî û nêz, GORAN e. Ji ku hate ku, yên ku dişopînin dizanin…

YNK, di van du salên dawî de xwe bi xeta welatparêziyê ve girêda. Ji ber ji nava YNK’ê Lahor Şêx Cengî derketibû, vê yekê bandoreke neyînî li ser YNK’ê kiribû. Dîsa PDK û dewleta tirk bi hemû hêza xwe û dek û dolaban hewilda ku YNK’ê têk bibe. Tevî van jî tişta ku hîşt YNK li gorî hilbijartinên berê serkeftî be û plansaziyên PDK û Devleta Tirk têk biçe helwesta welatparêziyê bû. Heta mirov dikare bibêje rayên YNK’ê zêdetir in jî.

Di halêhazir de Başûr bi giranî girêdayî hêzên derve ve tê bi rê ve birin. Wê hikumeteke çawa were avakirin, ev nediyar e. Hêzên derve, bi taybet jî di warê yekîtiya pêşmerge de zextê li PDK û YNK dikin. Di esasê xwe de ev tê wateya tesfiyekirina YNK’ê. Lewra yên ku hêza wan a leşkerî/parastinê tine bin, li vê erdnîgariya hişk, nikarin li ser piyan bimînin. Hemû alî jî vê rastiyê dizanin. Ji bo wê ev zehmet e. Lê ji ber ku hemû alî jî ne serbixwe ne, di dawiya dawî de neçar in biryarên derve qebûl bikin, wê çi bibe, nediyar e.

Mixabin li Başûr helwesta gel, zêde bandorê li aliyan nake, lewre hilbijartin jî formalîte bûn. Vê hilbijartinê ev rastî jî careke din diyar kir. Ger ku li dijî vê girêdayîbûna derve û êrîşên dagirkeran helwestên welatparêzane derkevin û xwe bi rêxistin bikin, dibe ku li Başûr her tişt biguhere. Wisa nebe, divê mirov li bendê nebe ku bi hilbijartinê guhertin pêk werin. Di nav civakê de birêxistinbûn pêk were, daxwaz, pêdivî, hest û helwestên gel werin raberkirin, di hilbijartinên azad de belkî hin tişt biguherin, ew jî niha dûr dixuye. Ji bo wê PDK tevlî bibe nebe, kurdên li çar parçeyên welat û derveyî welat di bin banekî welatparêz de li hev kom bibin û yekîtiya xwe saz bikin, dikarin roj û pêşeroja xwe biguherînin. Di vê qiyameta Rojhilata Navîn de ya ku kurdan li serpiyan bihêle jî ev e.

Nûçeyên Têkildar