Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Hilbijartina faşîzmê

Ev çend sal in tê gotin ku wê di sala 2023’yan de hilbijartin pêk were. Lê heta vê kêliyê jî dîroka hilbijartinê nehatiye diyarkirin. Gelek sedem hene ku ev roj nehatiye diyarkirin. Yek jê heta niha Erdogan zelal nekiriye bê wê bi çi rengî biçe hilbijartinê. Erdogan dixwaze ku di rewşeke aloz de têkeve hilbijartinê, lê heta niha jî ew atmosfer bi dest nexistiye. Wî hesab dikir ku ji Zapê bi serkeftinekê vegere û bi vê serkeftinê berê xwe bide hilbijartinê, lê neçû serî. Wekî din sala derbasbûyî gelekî hewl da têkeve Rojava, ew jî pêk nehat. Lewma ti sedem tineye ku biçe hilbijartinê.

Eger Erdogan bi vî rengî biçe hilbijartinê wê wenda bike. Lê hilbijartineke ku Erdogan wenda bike jî pêk nayne. Ji bo vê yekê heta niha dîroka hilbijartinê nehatiye eşkerekirin. Hilbijartin wê pêk were an jî pêk neyê ew jî ne diyar e.

Li aliyê din ji bo hilbijartinê ev çend meh in nîqaşên partiyan hene. Ji bo hilbijartinê gelek tifaq çêbûne. Yek jê maseya ku ji şeş partiyan pêk tê. Ew maseya şeş partiyan jî vala derket. Bêguman hinekan hêviya xwe bi wan anîbû. Serokên hin partiyan li ser meseleya Kurd axaftinên erênî kiribûn. Kurdan jî digotin dibe ku ev mase çareseriyekê bi xwe re bîne. Lê derket holê ku ti ferqa vê maseyê ji maseya Erdogan û Bahçelî tineye. Heman zihniyetê temsîl dikin. Ango ew maseya şeş kesî jî mejiyê dewletê ye. Bi hezaran daxwaz û pêşniyarî kirin, lê di nava wan de ji bo Kurdan tiştek tineye. Li Tirkiyê milyonan Kurd hene û ji bo Kurdan tiştek negotine. Di rewşeke wiha de wê çawa biçin ber deriyê Kurdan û dengan ji wan bixwazin. Divê Kurd van kesan nas bikin û teşhîr bikin. Ti ferqa wê maseyê ji faşîzma Erdogan tineye. Îro ew jî bibin desthilatdar, wê polîtîkayên Erdogan biparêzin. Jixwe derdekî wan bi polîtîkayên Erdogan re tineye. Tenê daxwaza wan heye ku biçin şûna Erdogan. Lewma jî heta niha gotinek li dijî faşîzma Erdogan nekirine.

Eger derdekî wan ê têkbirina Erdogan hebûya wê bi HDP’ê re tifaq çêkiribana. Îro li Tirkiyê tenê HDP li dijî faşîzmê disekine. Wekî din ti partiyek din tineye ku tiliya xwe têxe çavê Erdogan. HDP ji bo vê yekê jî bedelan dibe. Ewqas parlementer, hevşaredar, rêveber û endamên wê di girtîgehan de ne. Eger mesele têkbirina Erdogan bûya wê maseya şeş kesî HDP danîba kêleka xwe. Lê em dibînin ku derdekî wan bi faşîzmê re tineye. Ji bo vê yekê jî ez dibêjim hilbijartina faşîzmê. Partiyên li Tirkiyê ji bo ku faşîzmê careke din hilbijêrin diçin hilbijartinê.

Li Tirkiyê du alî hene. Yek jê aliyê faşîzmê ye. Erdogan, Bahçelî û maseya şeş kesî temsîla wê dikin. Aliyê din jî azadî ye. Ew jî tifaqa ked û azadiyê ye, yanî HDP ye. HDP destê xwe li singa xwe dixe ji faşîzmê re dibêje ezê te têk bibim. HDP ji bo vê yekê jî gelekî li ber xwe dide. Bêguman bi tena serê xwe têkbirina vê yekê zahmet e. Lê ev helwesta HDP’ê rihekî berxwedanê dide civakê. Eger ne ji ber vê têkoşîn û berxwedanê bûya wê civak teslîm bibûya. Ango wê faşîzm tevahiya civakê xistibûya destê xwe. Ji ber hebûna HDP’ê gelek partî aciz dibin. Maseya şeş kesan û tifaqa Erdogan û Bahçelî ji HDP’ê nerazî ne. Ji bo girtina HDP’ê çi ji destê wan tê dikin. Ji bo wan tenê HDP astengiya li pêşiya faşîzmê ye. Ew dizanin ku HDP nebe wê li gorî dilê xwe hespê xwe bibezînin. Bi hebûna HDP’ê re hesabê wan têk diçe.

Hilbijartina îsal ku pêk were wê hilbijartina sedsalê be. Li aliyekî sedsaliya komara tirk, li aliyê din sedsaliya peymana Lozanê. Ji bo vê yekê jî hilbijartin wê di rewşeke awarte de pêk were. Dibe ku îsal ji her demê dijwartir be. Lewma jî wê hilbijartina sedsalê be. Ji bo vê yekê jî em di şerê sedsalê de ne. Ev sedsal wê hebûn û tinebûna Kurdan diyar bike.

Nûçeyên Têkildar