Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Hilbijartina herêmî û siyaseta tifaqan

Hilbijartin nêz dibe. Partiyan namzetê xwe aşkere dikin. DEM Partî namzetên xwe yên li bajarên ku qewî ye, bi pêşhilbijartinan diyar dike. Li ciyên din, bi taybetî li bajarên Tirkiyê jî namzet ew ê bi ‘lihevkirina bajêr’ werin diyarkirin.

Her çi qas gelek namzetên partiyan hatibin aşkerakirin jî gelek partî bi taybetî jî AKP û CHP bi tirs dikevin hilbijartinê. Bi tirs in ji ber ku li piraniya bajarên mezin çi biçûk-çi mezin ew ê partiyên din jî bandorek mezin li hilbijartinan bikin.

Wekî tê zanîn di 2019’a de AKP gelek bajarên mezin winda kir. Sedema vê yeke siyaseta HDP’ê bû. Wê deme HDP biryar girt û li hin bajarên mezin piştgiriya namzetên CHP’ê kir. Li bajarên ku HDP piştgirî da CHP’ê, AKP winda kir. Niha rewş gûherî. DEM Partî dibêje “Em ê li Kurdistanê jî li Tirkiyê jî qezenç bikin.” Siyaseta xwe jî bi gor vê yeke dizayn dike. Ji niha ve aşkere kir ki ew ê li gelek bajarên Tirkiyê namzetan jî derxe.

AKP hêvî bi kûrê Erbakan dianiya. Kurê Erbakanê Fatîh Erbakan di hilbijartina giştî de ket nava tifaqa AKP’ê. Lê niha bi Erdogan re bazarî dikin. Tê gotin bazarî jî xetimiye. Bi gorî anketan ew ê helwesta Yenîden Refahê li hin bajarên mezin AKP’ê asteng bike. Çimkê dengdêrên ev partî her weha nêzî AKP’ê ne. Heke ev partî namzet derxe, ew ê dengen AKP’ê kêmtir bibe.

Tifaqa Millet ku ev çend hilbijartin bû bi hev re tevdigeriyan di vê hilbijartinê de belav bû. Ev yek jî ew ê bandora xwe piranî li CHP’ê bike. Ji ber vê jî CHP bi gorî hilbijartinên bêrê zêdetir li dora DEM Partiyê digere. Lê DEM Partî wekî bere bê hesab tevnagere. Aşkera dibêje, “Em di nav tu tifaqê ku qezenç nekin de cîh nagrin.” Ew CHP’ê ku heta niha nedixwest li gel kurdan wêne bide, niha ji her cûre wêneyê re vekiri ye. Lê diyar e, DEM Partî ew ê bi hêsanî nekeve nav tifaqeke bi vî rengî. Ew ê hisabên zirav û zelal bike.

DEM Partî hin hesabên din jî dike. Bi kin û kurt, nêrîna wê ya bi tifaqa çepgir û şoreşgerên Tirkiyeyê re ne demkî ye. Vê meseleyê bi nêrînekî stratejîk dinirxîne. Bi qasî ku tê dîtin ew ê li bajarên Tirkiyeyê jî bi gorî vê nêrîna xwe ya stratejîk tevbigere. Ango ew ê ji tifaqa çepgir û şoreşgeran re vekirî be. Heta usa dixwûye ew ê li hin bajaran piştgirî bide namzetên partiyên çepgir û şoreşgeran.

Dibe ku hinekan vê nêrînê rexne bikin. Lê divê were zanîn ev nêrîn bingeha xwe ji nêrînên Birêz Abdullah Ocalan digire û heta ku çepgir û şoreşgerên Tirkiyê dijminatiya daxwazên demokratîk ya kurda neke ew ê negûhere. Ji xwe ew partiyên wekî TKP’ê ku dijminatiya daxwazên demokratîk ya kurda dikin jî di nav tifaqa DEM Partiyê de tune ne.

Ji bo ev helwest pêk were û di têkoşîna demokratîk ya Tirkiyeyê de bi bandor be heta niha gelek gav hatin avêtin. Herî dawî jî HDP û HDK bi gor vê helwestê hatin damezrandin. Ji ber vê siyasetê HDP ji damezrandina xwe heta dawiyê xwe wekî partiya Tirkiyê da nasandin. DEM Partî jî niha li ser vê esasan siyaseta xwe dimeşîne.

Bi qasî ku tê dîtin pirsgirêk di warê Tifaqa Kurdistanî de hene. Di Hilbijartinên Herêmî ya 2019’a de hin partiyên Kurdistanî ne di nav de bin jî HDP bi Tifaqa Kurdistanî beşdarî hilbijartinan bû. Di hin navçeyan de û meclîsên şaredariyan de cîh da Tifaqa Kurdistanî jî. Lê ev tifaq bi gorî dihate xwestin nemeşiya. Li hin bajaran şaredar û endamên meclîsan bi AKP’ê re tevgeriyan. Her wiha di warê hevserokatiyê de jî hin pirsgirêk derketin. Niha DEM Partî di vî warî de bi ‘tirs’ tevdigere. Ji ber vê yekê jî heta niha di warê Tifaqa Kurdistanî de çi gavên berbiçav nehatine avêtin. Bêguman, bangên partiyên din hene û her weha hevdîtînên partiyên Kurdistanî jî didomin. Lê heta niha çi encamek derneketiye holê.

Bi qenaata min di vî warî de derengmayîn xetera herî mezin e. Dibe ku di hilbijartina çûyî de hin qezayên rê çêbibin. Lê ev naye wê wateyê ku DEM Partî xwe ji Tifaqa Kurdistanî dûr bixe an jî ‘tirsa’ hilbijartinên berê bike sedem û cîh nede partiyên Kurdistanî yên din. Dibe ku ji alî deng ve bi taybet li Kurdistanê bandora partiyên din li piraniya bajar û navçeyan de zêde tesîr li hilbijartinê neke. Lê dîsa jî divê neye jibîrkirin, rastiya tifaqan heye. Dema tifaqek çêbibe, ev ê ji alî dêrûnî jî bandor bike û gengeşî kêmtir bibin. Rastiyek din jî ew e ku di tifaqan de divê ‘qezenca’ partiyên din yên di nav tifaqê de jî hebin. Piştgirî heta ciyekî ye. Dema partiyek ji tifaqê xwe di nav namzetan de nebîne, ew ê dilşekistenik çêbe û bandora xwe li hilbijartinê jî bike. Ev yek kêrî tu aliyan naye.

Hê dem heye lê dil dixwaze ku qe nebe ev car hemû kurd bi hev re helwest nîşan nedin. Heke ev ne mumkun be, qe nebe derdonên herî berfireh bikaribin bi tifaqekê bikevin hilbijartinê.

Nûçeyên Têkildar