Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Hilbijartina îradeyê

Dihat payîn ku di 11’ê hezîranê de li bakur-rojhilatê Sûriyeyê hilbijartina şaredariyan pêk were. Lê gelek mijar bûn sedem ku ev hilbijartin were paşxistin. Yek ji wan sedeman jî gefên dewleta tirk ên dagirkeriyê bûn. Eger ev sedemek be, wê demê paşxistina hilbijartinê bêwate ye. Yanî jixwe bi şev û roj êrişên dagirkeriyê li ser Rojava hene. Ji roja ku şoreşê li Rojava dest pê kiriye heta niha êrîş nesekinîne. Eger rêveberiya xweser ev yek wekî sedem dîtibe bê wate ye. Ma mirov çawa li gorî xwestekên dewleta tirk bigere. Diviyabû rêveberiya xweser ji ber van gefên dewleta tirk hilbijartin pêk anîba.

Divê bê zanîn ku dewleta tirk tiştekî xêrê ji kurdan re naxwaze. Eger ji tiştekî re bêje erê, divê kurd berevajî wê pêk bînin. Eger ji tiştekî re bêje na jî divê ew yek pêk were. Eger dewleta tirk bi kurdekî re hevkariyê bike, wê demê li wê derê dek û dolab hene. Bifikirin serokê MHP’ê Bahçelî spasiya ENKS’ê kir. Ji ber ku ew û ENKS li ser heman fikrî ne. ENKS jî her tim dixwaze kurd girêdayî hinek hêzan bin û ne bi serê xwe bin. Dewleta tirk kurdên bê îrade û kole dixwaze. Lewma jî em her carê dibînin ku bê çawa şaredariyên kurdan dagir dikin.

Ji sala 2016’an û vir ve şaredariyên ku bi dengên Kurdan hatine hilbijartin dagir kirine. Di hilbijartina dawî de jî dest danîn ser şaredariya Colemêrgê. Dibe ku ev dagirkerî heta tevahiya şaredariyan jî biçe. Lê mesele zihniyeta dewletê ye. Ev dewlet ti carî naxwaze kurd xwe bi rêve bibin. Dixwazin her carê xulamtiyê ji dewletê re bikin. Meseleya dagirkirina şaredariyan jî ji vir tê.

Hilbijartina li Rojava û gefên dagirkeriyê jî li ser heman esasî bûn. Dewleta tirk naxwaze bibîne ku kurd xwe bi rêve dibin. Li başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûnê çêbû û yekser li dij derketin. Dema ku statûya li başûr girêdayî hukûmeta Iraqê be qebûl dikin, lê çavê xwe li serxwebûna wan nagrin. Dijminatiyeke aşkere li statuya kurd û Kurdistanê heye.

Dibe ku rêveberiya xweser a li Rojava nexwestibe hin sedeman têxe destê dewleta tirk. Lê bêfêde ye. Hilbijartin hebe jî nebe jî wê êrişên qirkirin û dagirkeriyê ti carî nesekinin. Ji ber ku ev dewlet xwe li kurdên azad ranagire. Tu hilbijartinê çêneke jî wê êrişan bike. Wê demê hilbijartinê pêk bîne başti e. Bila ew jî bibe hilbijartina îradeyê. Bila zanibe ku kurd xwedî îradeyekê ne û serî natewînin. Eger rêveberiya xweser bi vî rengî tevbigere wê heman helwesta serînetewandinê nîşanî her kesî bide. Wê her kes jî vê yekê mînak bigrin. Dibe ku paşxistina hilbijartinê ji ber hin sedemên din jî bin. Lê ez dibêjim eger ji ber gefên dagirkeriyê bin hewce nedikir. Divê rêveberiya xweser wê hilbijartinê pêk bîne û îradeya kurdên azad têxe qula çavê tirkan. Eger mafê tirkan ê hilbijartin û rêveberiyê hebe, mafê kurdan jî heye û ewqas…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar