Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dest pê kir. Bi destpêkirina hilbijartinê re welatî herikîn ser sindoqan
Li Stenbolê piştî namzetê CHP-Îyî Partiyê Ekrem Îmamoglu bi ser ket, li ser îtîraza AKP-MHP’ê; Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê betal kir. YSK’ê hilbijartin taloqî 23’yê hezîranê (Îro) kir.
Piştî xebatên 3 mehan îro dubare hilbijartina Stenbolê dest pê kir û hilbijêr ji bo şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê hilbijêrin, diçin ser sindoqan.
Dengdayîn ji saet 08.00’an dest pê kir û dê êvarê saet di 17.00’an de jî bi dawî bibe. STENBOL