Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...
Perşembe - 29 Ağustos 2024

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Hilbijartina zehmet a li pêşiya Erdogan!

Her roja zêdetir ber bi hilbijartinê sala 2023’an diçe, liv û tevgera nava partî û rêxistinan jî zêdetir dibe. Ji bo hilbijartina hezîrana 2013’an li Tirkiye 3 îtifaq bi lezûbez ketine nava xebatê. Îtifaqa Cûmhûr a hilbijartina sala 2018’an di navbera AKP û MHP’ê, îtifqa Millet a di navbera CHP, ÎYÎ Partî, Partiya Seadet û Partiya Demokratî de ku ew jî sala 2018’an û HDP jî serbixwe pêk hatibû.

Li ser vî bingehî niha rikberiyeke xurt di navbera Îtifaq Cûmhûr û Millet de heye. Ketine pey hev bê ka çawa hev bixin û ji hilbijartinê encam bi dest bixin. Ji hemûyan cudatir aliyê HDP’ê heye.

HDP ku xwedî kîtleyeke xurt a neguher û dîsa ne tenê kurd, pêkhateyên din jî li nava xwe digire heye. Taybet di hilbijatina herî dawî ya şaredariyan de bi hevkirina li gel CHP’ê 3 bajarên mezin ên mîna Stenbol, Îzmîr û Enqere ji destê AKP’ê girt. Bi vê yekê re diyar bû ku dengê HDP’ê dengê diyarker ê serketinê ye.

Di rewşeke welê de Îtifaqa Cûmhûr a serkêşiya wê Erdogan û Bahçelî dike, ji ber kiryarên xwe yên li Tirkiye her diçe dengê xwe kêm dike, li her cihî alîgirên xwe yên bi salan winda dike. AKP/MHP a vê dibîne, salên dawî ketiye pey ku rewatiya HDP’ê ji dest bide, dengên HDP’ê bi rengên cuda bikişîne aliyê xwe û wisa serketina xwe ya 20 salî dewam dike. Ji ber ku Erdogan heta niha pişta wî bi dengên li pey germ bû, lê dema dawî ev yek bi xwe jî dît, bi tena serê xwe nikare. Ji bo vê jî bidest bixe, çend pêngavên ku serketinê bîne qaşo avêt, hemû fiyasko derket. A herî girîng ku ji bo xwe garantî dîtibû, hema piştî wê biçe hilbijartina pêşwext operasyona dagirkeriyê ya Garê ji bo rizgarkirina leşkerên bi salan di destê gerîla de bû. Ev yek bi fiyaskoyeke mezin encam bû. A din jî li Astana û Soçiyê bi eşkere û palpişteke xurt biçe Rojava dagir bike bû. Ev jî heta astekê di destê de ma. Niha jî bi êrîşên dagirkeriyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê Avaşîn, Metîna û Zapê dixwaze encamekê bigire û biçe hilbijartinê. Ji bo wê her cûre çekên qedexe û kîmyewî li ser gerîla di tunelên şer de bikar tîne. Ji xwe dîmen û belgeyên Fermandariya NPG’ê û HPG’ê parvekirin, vê yekê piştrast dike.

Çi kir nekarî, destê xwe da çi ma nava destê û kete çiravê.

Vê dema dawî taybet li ser HDP’ê kar dike. Bi îdîa û hincetên vala dixwaze sempatiya gel a li ber HDP’ê vala derbixe û dengê xwe bilind bike. Xeta nîjatperest li ber HDP’ê sor bike. Dike nake nikare. Herî dawî Îtifaqa Millet ku ji bo encamek baş bigre Partiya Gelecek (Siberoj) û Partiya Dawa (Partiya Demokrasî û Pêngavê) ku Ahmed Davûtoglû û Alî Babacan serokên wê ne, li xwe zêde kir, xwest bi vê îtifqê AKP-MHP’ê têk bibin. Ev jî dikin nakin, nikarin bi dengê xwe AKP-MHP’ê di hilbijartina bê de winda bikin. Ji bo wê dîsa awir li HDP’ê vegeriya.

HDP jî ne bû ji Cûmhûr ne jî Milet, bi hêzên demokratîk re îtifaqeke Ked û Azadiyê ku ji 7 partî û rêxistinan pêk tê, ava kir. Ev jî nîşan dide ku HDP li gel sazî û hêzên demokratîk ên ji nava gel îtifaqek weke rêya siyemîn hilbijart û li ser wî esasî zendû bendê ji bo hilbijartina nû ya ku wê bi zehmet derbas bibe hilda.

Ji bo hilbijartinê çend meh man e. Hemû aliyan lez dane xebatên xwe. Li ser vî bingehî 23’yê cotmehê Erdogan berê xwe da Amedê. Berî biçe Amedê ji xwe Amed ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin û pey re otobus ketin pey hev. Ji bajarên derdor mehmûr û alîgirên AKP’ê bi otobusan şandin Amedê. Geracên wesayîtan hemû tije bûn ji otobusên alîgirên Erdogan.

Erdogan xwest wisa bide nîşandan ku li Amedê dengê kurdan bigire û seneryoyên berê dubare bike. Erdogan ê sala 2013’an dîsa di erefeya hilbijartinê de derketibû pêşberî xelkê Amedê gotibû ku pirsa Kurd pirsgirêka wî ye, ew ê çareser bike. Piştî hilbijartinê hemû gotin ji bîr kir û got; ‘Pirsa kurd nîne, çareser bûye.’ Dest bi qirkirin û wêrankirina bajarên Kurdan dabûn. Di serî de Sûr, Cizîr, Gever û Nisêbîn wêran kiribûn. Niha weke ku ew tişt qet nebûyî peyamên balkêş dide.

Erdogan ê digot Amed a xelkê Amedê ye vê carê bi nixûmandî got; ‘Amed a Hezretê Elyasa û pêximber Zulkîfl’ e. Hezretî Elyasa û Zulkîfl berdewama benî Îsraîliyan e û Îsraîlî ne. Dide nîşandan ku Amed a Îsraîliyan e. Peyam dide Îsraîl ku piştgirî bike di mijara qirkirina gelê kurd û taybet Tevgera Azadiya Kurd.

Dîsa li vir êrîşî nûnerê kurdan HDP’ê û Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê dike. Zarok û nûnerên kurdan ‘terorîst’ pênase dike û dixwaze vê yekê li her kesê bide qebûlkirin. Qala gotinên biratiyê û derewên xwe yên berê dike. Her kesê weke xwe ehmeq dizane.

Bi vekirî kete çîrokên berê gotinên berê sedcarî dubare kirî. Divê xelkê Amedê û gelê kurd li hember vê dengê xwe li her derê derxîne. Ji xwe rastiya Erdogan û kiryarên wî têra xwe diyar in. Ev nêzî 20 sal in li ser hikum, hemû kiryarên wî kifşin di nava van 20 salan de.

Ji êrîşên niha yên li 3 aliyên Kurdistanê diyar e ku bi ser bikeve wê dewama vê bê. Di demeke wiha de jî bi van gotinan hestê aliyê nîjatperest xurtkirin û li ser wê jî dixwaze dengê xwe zêde bike.

A girîng Erdogan çi bike jî êdî gel vê rewşê qebûl nake. Ne tenê gelê kurd, gelê Tirkiye jî vê rastiyê dît. Ji bo wê ye, Erdogan û Bahçelî wê wisa hesan nikaribe ji vê yekê rizgar bibe. A van anî serê gelê Tirkiye kesê neanî serê wan. Di nava dewlemendiyê de gel hejar kir. Karker bê kar in, cotkar bê kar in, ciwan bê kar in, jin rojane li kolanan tên qetilkirin. Ciwan û zarok bê pêşeroj in. Ev hemû di van 20 salên dawî yên ku Erdogan li ser hikûm bûn zêde bû. Berpirs û avakarê vê yekê Erdogan û sîstema wî ya diz e.

Piştî ewqas têkoşîn û berdêlên giran ên xelkê Amedê weke ewladên wan gotî wê dawî bi heybet û serketin be…

Nûçeyên Têkildar