Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hilbijartinên 2023’yan

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Çendîn roja dengdana hilbijartinan nêz dibe, gel geş dibe, lê desthilatiya faşîst a AKP-MHPê hêrs dibe. Herî dawî, du rojan berî ku ev nivîs hat nivîsandin(24 û 25ê Nîsanê), li herêma AMEDÊ êrîşên dujminkarane, bir ser alîgir û rêvebirên Partiya Çepa Kesk(YSP), bi sedan kes destgîr kir.

Ev hêrsbûn û hilwesta wan, tirsa wan a ji hilbijartinan dide nîşandan. Jiber ku nêzîkbûna hilweşandana sultanîzama xwe hîn pirtir dibînin.

Wisa diyar dibe ku, her çendin roj ber bi 14ê Gulanê ve biçe, wê ketin û şikestina xwe bêhtir his bikin û her wiha wê bêhtir dîhn û har bibin û bêgûman wê êrîşên xwe yên hovane zêdetir bikin.

Jiber ku li himber berxwedana gerîlla bi ser neketin, êdî mîna bêjin “em li ber xweragiriya gerîlla şikestin, ka vê gavê em tola xwe, li himber berxwedana gel a siyasi û demokratî, ji gel û tevgêra gel bistînin”, lez dane êrîşên ser tevgêr û çalakiyên gel ên siyasî û sivil.

Armanca van êrîşan; tirsandina gel e û bi vê şêwazê gel ji tevgêra wî û ji felsefeya Rêberiya wî dûr bixe.

Lê belê ev siyaset û hilwest, ji derdên faşîzim û sultanîzma AKP-MHPê re nabe derman. Jiber ku ew qonaxa tirsê, ji mêj ve hatiya derbas kirin, êdî qonaxa deskeftin û serkeftinê despê kiriye û ev mijar bi tevayî ketiye rojeva tevgêra gel û êdî gel bi vê îradeya xurt dimeşe.

Dibe ku fermandarên vê siyaset û kiryarên mirovkuj Receb, Bahçelî û koma wan a xwînrij/xwînxwar û kedxwar, bê çek, belê bi dilêşan an jî bi hinek nexweşiyên din ên xerab, biçin sergoyên dîrokê!

Jixwe êvara 25ê Nîsanê, R.Erdogan di bernameyek zindî ya TVya xwe de, jiber êşê, bernamê di nêvî de berda û çû!

Got, “min bi giranî made/hûrê xwe cemidandiye/serma xwariye, lewma ez ji bernamê derketim” û hwd. Eger vê carê maadê xwe cemidandi be jî, lê li goreyî di wechê wî de-di rûyê wî yê qebîh de dihat xuya  kirin, ne bi tenê hûrê xwe, belê dibe ku mejî û derûniya xwe jî cemidandibe!

Eger ev coşa gel, ev wêrekî û baweriya xurt a gel wisa dewam bike, oxra sergoyê dîrokê ya van mîregên faşîzmê, roj bi roj nêztir dibe û roja herî giring a çerenivîsê jî 14ê Gulanê ye.

Jixwe dema temenê desthilatiya wan, gelek dirêj kişand. Divya ji mêj ve ketibûna. Eha heval û hemzihniyetkarê wî yekî din jî, ji ser textê desthilatiyê hat xwarê: Serokê berê yê Tûnisê û Liderê Tevgêra El Nahda(Mîna AKPya R.Erdogan) Raşid Gannûşî xistin zîndanê!

Piştî Sîsiyê Misrê, Omer Beşîrê Sûdanê û Raşîd Gannuşiyê Tûnisê, rojên ketina R.T.Erdogan ji textê faşîizmê ne dûr e; hema mirov bêje “roja despêka vê şikestinê roja 14ê Gulana 2023 ye”, ne şaş e.

Wisa diyar dibe ku êdî DYEyê jî, wê, nema piştgiriya vê faşîzmê bike. Ew jî, ji bo xwe li rûyekî nû digerin û wisa diyar dibe ku wê, piştgriya xwe êdî bidin Kemal Kiliçdaroglu. Jiber ku berjewendên xwe, di guhertinek wisa de pirtir dibînin.

Li goreyî tê xuya kirin, gelê Kurdistanê û tevgêra Gelê Kurdistanê jî, van guherînan dibînin û siyasetek û hilwestek nûjen a li goreyî vê rewşê didin meşandin.

Jixwe di hilbijartinan de, ji mêj ve hilwesta xwe nîşan dane. Jiber xetera girtina HDPê, bi navê PARTIYA ÇEPA KESK beşdarî hilbijartinên giştî yên parlementeriyê dibin. Ji bo serokkomariyê jî, gotibûn “em ê piştî Cejna Remezanê destnîşan bikin”, dibe ku di van rojan de destnîşan bikin.

Di eniya dijberî desthilatiya AKP-MHPê de, du hilwestên negatif derketin holê. Di hevalbendiya MILET de hilweste IPê şaş bû, di hevalbendiya KED û AZADIYÊ de jî hilwesta TIPê şaş bû.

Heke her du hevalbendî jî bi yek listeyê çûbana hilbijartinan, him ji bo serokkomariyê di cara yekê de serkeftin bi dest dixistin, him ji bo parlementeriyê wê hijmara zêdetir a parlementeran bi dest xistiban. Bi gotinek din, wê di herdu qadên hilbijartinên de jî serkeftîtir bûna û rûxandina desthilatiya AKP-MHPê zûtir misoger dibû. Dîsa jî bawerî xurt heye ku ev rejîma dîktator û faşîst, teqez tê hilweşandin.

Bê gûman divê li gel van şaşiyan jî, tu kes bêhêvî nebin û xemsariya nekin, belê divê herkes, ji bo vê faşîzmê di hilbijartinên 14ê Gulanê de hilweşîne, him li welat him li dervayî welat(bi taybetî jî li Ewrupayê), bi hemû hêza xwe bixebitin.

Nûçeyên Têkildar