Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Hilbijartinên 2023’yan dîrokî ye’

Namzeta Partiya Çepên Kesk Saliha Aydeniz anî ziman ku, hedefa wan a esil "Tifaqa Demokrasiyê ya Mezin e" û got: "Em dikevin sed saliya Peymana Lozanê lew ra ev hilbijartin ji bo çarenûsa gelê kurd û herêmê gelekî girîng û dîrokî ye." 

Mehek ji hilbijartinên giştî û serokkomariyê yê 14’ê Gulanê re maye. Bi vê re lîsteyên namzetan ên partiyên siyasî jî aşkere bûn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber bi gefa girtinê rû bi rû bû loma jî ew ê ji ser Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê bibe. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, li ser girîngiya hilbijartinan, alternatîfên Partiya Çepên Kesk a ji bo gelan, li ser hedefên li dijî polîtîkayên şer ên îktidara AKP-MHP’ê nirxandin kir. 

‘Bi vê yekperestiyê re ev komar nikare bimeşe’
Aydenîz di destpêkê de li ser girîngiya hilijartinên 14’ê Gulanê sekinî û wiha got:”AKP ev 21 sal in dijminatiyekê li dijî kurdan diajo û ev 8 salên dawiyê ye ev dijminatî li hemû aliyan tê kirin. Di sala 2017’an de sîstema serokatiyê pêk hat û ev jî rejîma yekzilamî ye. Komara 100 salî mixabin ziman, çanda gelan hembêz nekir. Bi vê yekperestiyê re ev komar nikare bimeşe.”
‘Peymana Lozanê kurd bê statu hişt’
Aydenîz bi lêv kir ku hilbijartinên 2023’yan û sedsaliya Peymana Lozanê dikeve heman serdemê û wiha pê de çû:”Vê peymanê kurd bê statu hişt. Kurd li ser her çar parçeyan bi polîtîkayên asîmîlasyonê rû bi rû man. Lê belê li hemberî vêya ev 100 sal in kurd têkoşîneke bêhempa didin. Nokteyeke kurd hatinê heye, destkeftiyên kurdan hene. Kurd naxwazin li ser erdê xwe bêyî ku xwe bi rê ve bibin bijîn. Naxwazin bê statu, bê çand bimînin. Loma hilbijartinên 2023’yan dîrokî ye. Ji aliyekî kesên demokrasî, aştiyeke bi rûmet û azadiyê dixwazin hene ji aliyekî jî kesên dixwazin faşîzmê pêş bixin, di şer û tecrîdê de israr dikin hene. Ji bo em bi desthilata şer bidin windakirin divê em bi kesên demokrasiyê diparêzin vêya pêk bînin.”
‘Pergala hevserokatiyê panzehîra rejîma yekzilamî ye’
Aydenîz diyar kir ku hilbijartinên wê pêk bên ji bo jinan gelekî girîng in, îktidar û dewletê dijminatiya jinan nîşanî civakê da û wiha lê zêde kir:”Feskirina Peymana Stenbolê ya ji aliyê rejîma yekzilamî ya di şevekê de tê vê wateyê. Pergala hevserokatiyê ya bi ked û têkoşîneke mezin hatiye bidestxistin tê darizandin. Ev jî nîşan dide ku ev sîstem çawa dixwaze civakê dîzayn bike. Em dibînin her roj kuştinên jinan zêde dibin û kesên kujer jî bi bêcezahiştinê tên xelatkirin. Jin xwe bi xwe bi rêxistin dikin, têdikoşin. Di vê rewşa ku têkoşîna jinan bandorê li ser jiyanê dike de hilbijartin pir girîng e. Rejîma yekzilamî civakê û jinan nabîne. Sîstema dewleta mêr xwe li ser faşîzmê xwedî dike. Ji ber ku newekheviya zayenda civakî û polîtîkayên şer ên li Kurdistanê her ku diçe kûr dibe. Li dijî zihniyeta dixwaze jinan di nava malbatê de bitengijîne em bi israra azadiyê ya jinan hilbijartinê pêşwazî dikin.”
‘Wê civak bi azadî û girêdana jinan biguhere’
Aydenîz diyar kir ku felsefeya “Jin jiyan azadî” ya jinên kurd bûye malê cihanê û wiha dewam kir:”Ji bo veguhere sîstemeke jinan ya ekolojîk, demokratîk ev hilbijartin girîng e. Ev hilbijartin di navbera kesên faşîzmê dixwazin û yên li hemberî vêya demokrasiyê dixwazin de ye. Yên herî zêde ji faşîzmê bi bandor dibin jin in. Loma partiya me Partiya Çepên Kesk di beyannameya xwe de jî pir zelal e. Gotina ‘Bi jinan tê guhertin’ tam jî li vir girîng e. Em bawer in ku wê civak bi azadî û girêdana jinan biguhere. “
‘Partiya Çepên Kesk siberojeke azad ji bo jinan pêşkêş dike’
Aydenîz da zanîn ku Partiya Çepên Kesk dewamiya kevneşopiya di demokrasiyê israr dike ye û wiha pê de çû:”Partiya Çepên Kesk siberojeke azad ji bo jinan pêşkêş dike. Ji jinan re bergiya her qadê fireh dike. Di serdemeke kuştinên jinan zêde bûye de em dixwazin jin di qada siyasetê de hîn bi hêztir cihê xwe bigirin. Peymana Stenbolê bi bedelên mezin ên jinan hatiye bidestxistin. Em ê dîsa vê peymanê têxin meriyetê. Pergala hevserokatiyê li gelek qadên jinan ked danê ket meriyetê. Em girîngiyê didin nûnertiya jinan ya di siyasetê de.”
‘Tifaqa Demokrasiyê ya Mezin’
Aydenîz têkildarî Tifaqa Demokrasî û Azadiyê û Tifaqa Azadî û Kedê ya avakirine de wiha got:”Tifaqa Millet û Cumhur dema tiştekî pêşkeş dike sîstemê dixetimîne. Lê em rêya sêyemîn hildibijêrin û em rêxistinkirina civakê ya bi serê xwe esas digirin. Tifaqa demokratîk a herî berfireh a li aliyê Tirkiyeyê Tifaqa Azadî û Kedê ye li aliyê Kurdistanê jî Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd e. Pîvana vana ya jinan jî heye. Cihê wê herdu tifaq bêyê Tifaqa Demokrasiyê ya Mezin e. Tifaqa Demokrasiyê ya Mezin, dema ku hêza xwe zêde bike û di meclîsê de xwediyê temsîliyete xurt be wê demê ev yek wê rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî veke.”
‘Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd gaveke yekîtiya neteweyî ye’
Aydenîz bi lêv kir ku Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd gaveke yekîtiya neteweyî ye û got:”Divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rabe û girtiyên siyasî bên berdan. Ev xaleke me ya hevpar e. Parastina destkeftiyên kurdan û ji bo mayinde bibin û mezinkirina destkeftiyan berpirsiyariya me hemûyan e. Kurd di vê hibijartinê de roleke girîng dilîzin. Divê kurd bi hev re tev bigerin. Bingeha tevgera bi hev re jî Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd e. Ji bo em vê rola dîrokî bilîzin divê em di nava xwe de bibin yek. Hilbijartin jî bû wesîleya vê yekê. Wê piştî hilbijartinê jî xebatên me yên yekîtiya neteweyî bidomin.”
‘Polîtîkaya tecrîdê bi tevahî mirovahiyê dide wendakirin’
Aydenîz bal kişand ser polîtîkayên şer ên taybet ên AKP-MHP’ê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got:”Me di erdhejê de dît. Gel li hêviya av û xwarinekê bû lê belê ev îktidar di derdê şer de bû. Hîn jî bombe dibarandin. Konek nedibirin ji mexdûran re lê belê bombeyên bi milyon dolaran li ser gelê kurd didan barandin. Sedema qeyrana aborî, siyasî şer e. Her wiha tecrîd e. Li vir tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mijara gotinê ye lê belê ev tecrîd li hemû derê belav bûye. Daraz wekî gopalekî tê bikaranîn. Di şer de israr dikin çimkî tiştekî bidin vê civakê tune ye. Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina meseleya kurd û pirsgirêkan îradeyeke xurt nîşan dide. Ji bo îktidara şer winda bike ev hilbijartin girîng e. “
‘Bi biryara bêçalaktiyê derket holê ku kî şer û kî jî aştiyê dixwaze’   
Aydenîz bal kişand ser girîngiya biryara bêçalaktiyê ya ji aliyê PKK’ê ve di dema erdhejê de hat ragihandin û piştre heta dawiya hilbijartinê hat dirêjkirin û wiha dewam kir: “Rastiyek heye, dibêjin, ’em li hemberî PKK’ê şer dikin û pirsgirêka ewlehiya me ya sînor heye’ û civakê dixapînin.  Lê li dijî vê biryara bêçalaktiyê ya PKK’ê heye. Li hemberî vê bêdengmayîna muxalefet û ya raya navneteweyî israrkirina di zîhniyeta xitimandî ya kapîtalîst a yekparêz de ye. Ev biryara bêçalaktiyê ku di serî de ji bo erdhejê hat dayîn gelek girîng bû. Bi vê re derket holê ku kî şer û kî jî aştiyê dixwaze. Li gel vê biryarê jî êrîş berdewam dikin. Li hemberî vê jî ev hilbijartin pir girîng e. Ji bo îktîdara şer wenda bike, divê bi kesên ku pêşî li vê yekê digirin û demokrasiyê dixwazin re têkilî bên dayîn. Em dizanin ku winda kirine. Ji ber vê yekê jî li şûna ku tiştekî bide civakê, bi bikaranîna hêza dewletê di şer û tecrîdê de israr dike. Em bi îradeya demokrasî û aştiya bi rûmet a birêz Abdullah Ocalan bawer in û gel jî pê bawer e. Li qadên Newroz û 8’ê Adarê  dirûşmên ku hatin berzkirin em dizanin. Rojeva me ya sereke ew e ku li dijî şer û tecrîdê em bi vê pergalê bidin windakirin. Pêwîst e bi israra birêz Abdullah Ocalan a di aştiya bi rûmet û demokrasiyê de bawer bikin. Dema ku em xebatên xwe yên hilbijartinê bimeşînin, yek ji rojeva me ya yekem jî wê polîtîkaya şer û rakirina tecrîdê be.”
‘Em bi gelê xwe bawer in’ 
Aydenîz herî dawî ev bang kir, “Em bi gelê xwe bawer in. Em vê ji vekirina buroyan jî dibînin. Em dizanin ku em ê di 15’ê Gulanê de bi ser kevin. Di vê hilbijartinê de banga min ji gel re ew e ku her kes xwedî roleke girîng e û divê vê rola xwe baş bilîzin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar